Meclîsa Gel a Herêma Cizîrê hate avakirin

Meclîsa Gel a Herêma Cizîrê hate avakirin

Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê civîna xwe ya 2. lidar xist û Meclîsa Gel a Herêma Cizîrê ava kir. Di civînê de desteya rêveber a meclîsê jî hate hilbijartin.

Civîn li bajarokê Rimêlan bi tevlîbûna 77 delegeyên ku nûnertiya hemû bajar û gundên herêma Cizîrê dikin, her wiha 60 nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî hate lidarxistin. Rêveberên TEV-DEM'ê Aldar Xelîl, Îlham Ehmed û Xerîb Hiso, Hevserokên Meclîsa Gel a Rojavayê Ebdulselam Ehmed û Sînem Mihemed, Hevseroka PYD'ê Asya Ebdulah jî di civînê de amade bûn. Her wiha ji pêkhateyên Meclîsa Rojava Sekreterê Partiya Komunîst Necmedîn Mele Umer û Sekreterê Partiya Lîbral a Kurdistanê Ferhad Tîlo jî tevlî civînê bûn.

Di civîna ku bi rêzgirtinê destpê kir de Hevserokê Meclîsa Gel a Rojava Ebdulselam Ehmed axivî û bal kişand ser hevdîtinên dawî yên di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS). Ehmed got ku herdu meclîsan li ser tevlîbûna kurdan bi şandeyeke serbixwe ji bo Cenevre-2 lihev kirine. Ehmed, got ku eger civîna Cenevre ne li gorî daxwazên gelê Kurde be, dê tevlî civînê nebin û wiha dom kir: ''Nabe ku em tevlî civîn û kongreyên ku dê pirsgirêkên Sûriyê li ber çavan negire û çareseriyê peyda neke bibin. Divê di van civîna de di serî de pirgirêka kurd, hemû pirsgirêkên pêkhateyên herêmê li ber çavan bêne girtin.”

Ehmed der barê vekirina Deriyê Sînor Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de jî destnîşan kir ku dê deriyê Sêmalka ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî bê vekirin. Ehmed, da zanîn ku ew ji bo yekîtiya gelê kurd di nava hewldanan de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: ''Kurdên Rojava nûnerên xwe hilbijartin û bûne hêzeke bi bandor di herêmê de.”

Piştî axaftina Ehmed bernameya civînê hate xwendin û endaman sonda xwarin ku ew ê heta dawî û bê ku cudahiyê bixin nava pêkhateyan dê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û pêkanîna xweseriya demokratîk bi hemû derfetên xwe tevbigerin.

DÎWAN Û SEROKATIYA HEVBEŞ HAT HILBIJARTIN

Di civînê de her wiha rewşa siyasî û rêxistinî hate nirxandin û li gorî van şert û mercan li ser birêxistinkirina rêveberiyên herêmî û xweser hate rawestîn. Piştî nirxandinan hilbijartin hatin çêkirin. Di encama hilbijartinan de Ebdullah Erebo û Buhar Ebdela Bekîr wekî Hevserokên Meclîsa Gel a Herêma Cizîrê hatin hilbijartin. Dîdar Delef, Fehed Hisên Haco û Welîda Bûtî wekî Dîwana Serokatiya Meclîsê hatin hilbijartin. Xelîl Osman û Sûad Xelo ji bo Hevserokatiya Desteya Rêveber ku ji 21 kesan pêk tê hatin hilbijartin. Piştre jî Xelîl Osman û Sûad Xelo ji bo Desteya Rêveber 36 nav ji dîwana serokatiyê re pêşniyar kirin. Ji vana jî 19 kes wekî endamên Desteya Rêveber hatin hilbijartin, li gel herdu hevserokan jî hejmara desteyê wekî 21 hate diyarkirin.

Hate gotin ku karê Hevserokên Desteya Rêveber ew e bi hemû sazî, rêxistin û tevgeran re bikevin nava têkiliyan.

Di civînê de her wiha 10 endamên Dîwana Edaletê ya herêma Cizîrê jî hatin destnîşan kirin û ji aliyê meclîsê ve hatin erêkirin.

Piştî hilbijartinan Sekreterê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necmedîn Mele Umer, Sekreterê Partiya Lîberalî ya Kurdistanê Ferhad Tîlo, Hevseroka PYD'ê Asya Ebdela, li ser navê Yekîtiya Star Îlham Ehmed û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Berçem Dirbêsiyê axaftin kirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku hesasiyeta herêmê pêwîst dike ku hêzên siyasî bi awayekî hestiyar tevbigerin. Di axaftinan ji meclîsa herêma Cizîrê hate xwestin ku li gorî xwestekên hemû pêkhateyan tevbigerin.

Di dawiya civînê de Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed axivî û da zanîn ku herêma Rojava ketiye qonaxeke nû ya xebatê û got ku gelê herêmê bi berxwedana xwe ya parastina rewa bi serkêşiya YPG'ê bi serketiye. Sînem Mihemed, da zanîn ku pêkhateyên Rojava dê di sala 2014'an de xeta xwe ya siyasî û berxwedanê dewam bikin.

Meclîsa Gel a Rojava civîna xwe ya yekem di 16'ê Kanûnê de bi diruşmeya ''Yekîtiya pêkhateyên Rojava misorgeriya azadî û demokrasiyê ye'' bi beşdariya 359 delegeyên ku nûnertiya hemû pêkhateyên herêmên Rojava û Sûriyê dikin lidar xistibû.