Meclîsa Gel a Qamişlo xebatên 6 mehan nirxand

Meclîsa Gel a Qamişlo xebatên 6 mehan nirxand

Meclîsa Gel a Qamişlo, bi hemû pêkhateyên xwe re xebatên 6 mehan nirxandin û plansaziya dema pêş derxist.

Meclîsa Gel a Bajarê Qamişlo bi beşdariya 300 nûnerên malên gel, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, yekîtî ku di bin sîwaneya meclîsê de hatine ba hev, civîna nirxandina 6 mehan lidar xist. Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Endama Desteya Birêvebir a TEV-DEM’ê Henîfe Hisên li ser rewşa siyasî û ya herêmê nirxandin kirin. Henîfe Hisên destnîşan kir ku TEV-DEM’ê projeya “neteweya demokratîk” jixwe re esas girtiye û ev yek jî pêk aniye.

Piştî axaftinê raporên meclîsa giştî, PYD, Asayîş, Dadgeh, Navenda Pêşxistina Aborî hatin xwendin û li ser nirxandin hatin kirin. Piştî xwendina raporan li ser xebatên dema pêş nîqaş hatin meşandin û pêşniyar hatin kirin.

Di encama nîqaş û nirxandinan de jî gelek biryar hatin girtin. Çend biryarên hatine girtin wiha ne:

1- Ji bo ku peymanên salane yên dikandaran bêne çêkirin, wê buroyek ku van karan pêk bîne, bê vekirin.  

2- Ji bo karên lezgîn wê li rojhilat û rojavayê bajêr 2 navend bêne vekirin.

3- Ji bo xetên veguhestina rêwiyan ên nava bajêr wê wesayît bêne peydakirin.

4- Ji bo pêşxistina karên hawirdorê wê navendek bê vekirin.

5- Rêya di navbera herdu pireyên nava sûkê de wê bê asfaltkirin.

6- Li derveyî bajêr wê cihê serjêkirina sewalan bê çêkirin.

7- Li nava bajêr wê zibildank bêne zêdekirin û wesayîtên komkirina sergo bêne peydakirin.

8- Ji bo wesayîtên taybet wê li nava bajêr qerajek bê çêkirin.

Di civînê de her wiha hate gotin ku kesên ku ceryana qaçax bikar tînin, wê ceryana wan bê birîn. Dîsa di çarçoveya xebatên birêxistinkirinê de wê meclîsên gundan komînan ava bikin.