Meclisa Îştar ya Wargehê 15’ê Sibatê û komkujiya Parîsê şermezar kir

Meclisa Îştar ya Wargehê 15’ê Sibatê û komkujiya Parîsê şermezar kir

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem ji aliyê Meclîsa Îştar ve têkildarî 15'ê Sibatê û Qetlîama Parîsê ya damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez daxuyanî da.

Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem têkildarî salvegera 15'ê Sibatê û Qetlîama Parîsê ku ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Saziya Malbatên Şehîdan bi girseyeke qelebalix a jinan daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Mamoste Zeynep Kara ve hat xwendin. Kara 15'ê Sibatê şermezar kir û got: "Em Komploya Navneteweyî û Qetlîama Parîsê şermezar dikin. Îsal ku em dikevin 14’emîn Salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêbertî û Tevgera me, em bi êrîşên herî kirêt ên Komploya Navneteweyî re rû bi rû ne. Qetlîama Parîs a di 9’ê çileyê de careke din nîşan da ku çawa di dîrokê de rû dane, di roja me de jî ya ji gelê Kurd re rewa tê dîtin qetlîam û tunekirine. Ev qetlîama ku li yek ji navendên Ewrûpa, Parîsê pêk hat û tevî ku mehek li ser bûyerê re derbaz bûye jî nehatiye zelalkirin, berevajî zelalkirinê hewl didin ser bûyerê bigirin, dide nîşandan ku Ewrûpa, çawa di dîrokê de parçeyek ji komployê ye, di roja me de jî bi heman rengî ye. Dema mirov li dîroka gelê Kurd dinêre tê dîtin ku sedema gelê Kurd heta roja me ya îro bêstatu maye û ji civakbûnê hatiye derxistin di serî de Ewrûpa ye. Di sala 1920’an de parçekirin û di nav dewletên netewe de parvekirina Kurdistan, bi destê hêzên hegemon ên wek Îngiltere û Fransa pêk hatiye.”

Kara di derbarê Komkujiya Parîsê de dewleta Fransa hişyar kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger Fransa, vê bûyerê di demeke kurt de ronî neke, em dê weke jinên Kurd, dewleta Fransa berpirsyarê vê qetlîamê bibînin. Wek jinên Kurd li her qadê bi awayekî herî bi hêz em dê şopdarê Rêhevala xwe Sakîne bin. Em dê di rêya Rêbertiya xwe de bimeşin, berdêla wê çi qasî giran be bila giran be em dê têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin. Wê di serî de dewleta Tirk û Fransa tevayî komploger û qetlîamker di bin vê pêvajoyê de bimînin û wê têk biçin. "

Kara da zanin ku, wek Meclîsa Îştar di vê ferqê de ne ku dixwazin ser Qetlîama Parîsê bigirin û wiha dawi li axaftina xwe anî: "Em vê hewldanê nelet dikin. Israra Fransa ya di vê nêzîkatiyê de em wek hevpariya ji vê qetlîamê re dibînin. Eger Fransa naxwaze wek berpirsyarê vê qetlîamê were dîtin û dîsa naxwaze bi vî awayî derbazî dîrokê bibe, divê tavilê failên vê qetlîamê û peywendiyên wan ên navneteweyî ronî bike. Em wek Meclîsa Îştar bang dikin ku, divê failên vê qetlîamê werin cezakirin û edalet were cih.”

Piştî daxuyaniyê jinan dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û Jin Jiyan Azadî” gotin.