Meclisa Jinê ya Bajarê Wanê encamnameya komxebata xwe aşkere kir
Meclisa Jinê ya Bajarê Wanê encamnameya komxebata xwe aşkere kir
Meclisa Jinê ya Bajarê Wanê encamnameya komxebata xwe aşkere kir
Meclisa Jinê ya Bajar a Wanê encamnameya komxebata xwe aşkere kir û diyar kir ku heta wekheviya zayendi pêk neyê demokrasî û aştî pêş keneve. Wekheviya civakî pêş nakeve.
Meclisa Jinê ya Konseya Bajar a Wanê rojên 5-6'ê Cotmehê de komxebat pêk anîbû. Di komxebatê de gelek nûnerên saziyên jinan amade bûbûn û li ser rewşa vîna jinê ya di nava siyasetê de niqaş meşandibûn. Kompeşata ku 2 rojan berdrewam kir gelek mijar hatin niqaşkirin. Meclisê encamnameya komxebatê bi daxuyaniyekê ji cemaweriyê re parve kir. Di encamnameyê de hat diyar kirin ku li meclisa Tirkiyeyê 550 parlamenter hene û ji vana tenê 79 parlamter jin in. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku 2 hezar û 950 şaredar hene û ji van şaredaran tenê 28 jê jin in û wiha hat gotin: "Disa di nava 32 hezar û 475 endamêm meclîsên şaredariyê de hezar û 471 jin in. Di nava 3 hezar û 281 endamên Meclîsa Giştî ya Bajar de tenê 115 jin in. Di vir de ji xuya dike ku polîtika bi destê zilam pêş dikeve û zilam biryarê dide."
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku mirovên ku li cih û warekî dijîn divê ewlehiya wan, tenduristiya wan û mafê wan ê jiyanê bê parastin û der barê jiyana xwe de xwedî biryar û maf in. Di encamnameyê de li ser rola rêveberiyên herêmî jî rawestiyan û anîn ziman ku ji bo jin bibe xwedî vîn û hêz lazime çalak di nava rêveberiyên herêmî de cih bigire.
Meclisê encamname bi van xalan rêz kir:
* Dema şaredarî erk û peyvira xwe pêk tîne û polîtîkayên der barê herêmê de pêş dixe divê divê li gorî rol û rista jin û zilam a di nava civakê de tev bigere û pêdiviyên wan jî li ber çavan bigire.
* Li Tirkiyeyê vîn û nûnertiya jinê ya di nava rêveberiyên herêmî de ji sedî 3 ye. Divê partiyên siyasî vê rewşa dijdemokratîk bi lezgîn rast bike.
* Divê partiyên siyasî kampanyayên hilbijartinê ji zimanê serdestiya zilam rizgar bike.
* Divê jin tev li biryarên rêveberiyên herîmî bibin û bibin xwedî vîn û hêz. Divê daxwaz û pêdiviyên jinan li ber çavan bên girtin û derkevin pêş. Divê di hemû rêveberiyên herêmî de wekheviya zayendî pêk bê. Divê di hemû xizmetên rêveberiyên herîmî de nûnertiya jin û zilam wek hev be.
* Divê meclisa jinê ya di nava rêveberiyên herêmî de cih bigire û butçeya jinê xweser bê girtin.
* Divê di plansaziyên xizmetên herêmî de rêxistinên jinê jî tev li planê bên kirin.
* Divê makeqanûn û zagona hilbijartinê, partiyên siyasî li gorî zêdebûna vîna jinê û nûnertiya jinê bê amadekirin.
* Divê li gorî pêdiviyên jinê xizmetên herêmî bên dayîn wekî ewlehî, ragihandin, rewşenbirî, mezkenên civakî û çandî, xweza, derdor"
* Divê butçe li gorî hestiyariya zayendî bê plankirin.
* Divê navendên mobîlê xizmet biçe ber piyê jinan û xizmeta ewil a tenduristiyê bê başkirin.
* Divê bi taybetî li gorî jin û zarokên jin ên koçber bûne xizmeta perwerdehî, tenduristî bê dayîn û rewşa ziman jî li ber çavan bê girtin.
* Di xizmetên bajar û rêveberiyên herêmî de bi hemû zimanan xizmet bê dayîn.
* Divê navendên piştevaniya jinê û malbatê, mêvanxane, malên stargehê bên vekirin. Divê navendên heyî jî bên xurtkirni.
* Divê yekîneyên telefonên lezgîn û çalakiyên lezgîn bên avakirin.
* Divê ji bo zewacê bi zorê û zû perwerdehî û semîner bê dayîn. Divê zagon bê guhertin.
* Divê karmendên cemaweriyê yên der barê tundiya li ser jinê de perwerde bê dayîn.
* Divê aboriya jinê bê xurtkirin û ji bo vê yekê derfet bên avakirin.
* Divê ji bo jinê navendên sporê bên avakirin.
* Divê kuştin, cudahiya li dijî jinê ji bi bernameyên navneteweyî ve bê venêrtin. "