Meclîsa Misirê, biryara feshkirinê ya ji aliyê Konseya Bilind a Leşkerî ve hatibû dayîn nas nekir û civiya. Ji bo pûçkirina vê biryarê bi rêyeke qanûnî deng dan pêk hat.
Serokê Meclîsê, Saad el Katatni di axaftina vekirinê de diyar kir ku rûniştina meclîsê li gorî biryara feshkirina meclîsê ye û ragihand ku ew ê der barê biryara dadgehê de nirxandinan bikin.
Ev civîna sembolîk a Meclîsê bi qasî 5 deqeyan berdewam kir. Civîn bi bangawaziya Serokkomar Muhemed Mûrsî pêk hat û ev yek jî pevçûna yekem a Mûrsî bû li dijî Konseya Bilind a Leşkerî.
Li Misirê Konseya Bilind a Leşkerî piştî rûxanda rejîma Husnu Mubarek dest danî ser rêveberiyê. Serokkomarê nû yê Misirê Muhemed Mursî bang li Meclîsê kir ku kom bibe. Konseya Leşkerî li hemberî bang Mursî rabû û got ku divê li gorî makeqanûnê tevbigerin.
Piştî ku encamên hilbijartina Misirê hatin aşkerekirin, Dadgeha Makeqanûnê, parlementoya sala par di encama hilbijartinê de hatibû hilbijartin bi hinceta ne li gorî makeqanûnê ye betal kir û Konseya Bilind a Leşkeriyê jî ev biryara pêk anîbû.
Serokkomarê Misirê Mihemed Mûrsî, bangewaziyek li hemberî vê helwesta artêşê nîşan da û banga kombûna meclîsê kir. Yekîneyên leşkerî yên li derdora meclîsê, ji bo rê bidin parlementeran vekişiyan. Serokê Meclîsê xwest îro civîn pêk bê.
Lê Konseya Leşkerî ya Misirê li hemberî kombûna parlementoya bi biryara Makeqanûnê hatibû feskirin e û diyar dike ku divê her kes li gorî qanûnan tevbigere.