Meclisa Wargeha Şehîd Rûstem civîna xwe pêk anî

Meclisa Wargeha Şehîd Rûstem civîna xwe pêk anî

Meclîsa Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) civîna xwe ya du mehan ya asayî pêkanî.  Civîna li salona meclisa gel pêk hat de hemû nûnerên saziyê Wargehê û gelek hemwelatî tevlîbûn.

Meclisa Demokratîk ya Penaberên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) îro civîna xwe ya du mehan ya asayî pêkanî. Civîna meclisê rojekê dom kir. Li ser encam û pêşniyarin hatin kirin, her wiha ji bo bên pratîk kirin biryara civîna duwem hate girtin.

Civîna meclisa demokratîk di çarçoveya perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate kirin û hate diyarkirin ku, pêwîste xwe li ser esasê sîstema Koma Civakên Kurdistanê (KCK) birêxistin bikin û biryarên hatine girtin bêne pêkanîn.

Di civîna meclisa demokratîk de hate diyarkirin ku, dê 25’ê Cotmehê 6’mîn Mîhrîcana Şehîd Bêrîtan ya 3 rojan dom bike pêkbînin, heman demê li ser destpêka dibistanê û vebûna dibistanên dayîkê nîqaş hatin kirin û li ser plansaziya dibistanê rawestiyan.

Weke din jî di civînê de li ser ekonomiya wargehê hate rawestandin û rê û rêbaz hatin nîqaşkirin. Bitaybet li ser mafê xebatkarên ku ji wargehê diçin kar dikin û dîsan jî li ser karekî hînbêhtir erzan û bitendurist pêkbê, bi Şaredariyê re hevbeş xebat bê kirin hate axaftin. Bi vê ve girêdayî di civînê de derbarê dikandaran de jî biryar hatin girtin.

Di civînê de hate xwestin ku gel û sazî di derbarê paqijî û tenduristiyê de hişyar bin. Civîn biplansaziyê bidawî bû.