Mehmed Kiliç bi îdîaya propagandaya Rêxistinê kiriye hat girtin
Mehmed Kiliç bi îdîaya propagandaya Rêxistinê kiriye hat girtin
Mehmed Kiliç bi îdîaya propagandaya Rêxistinê kiriye hat girtin
Li Gimgimê hemwelatiyê bi navê Mehmet Kiliç, bi îdîaya "Propandaya Rêxistinê kiriye" doz hatibû vekirin û ji ber tevlî rûniştina dozê nebûye hat girtin.
Hemwelatiyê bi navê Mehmet Kiliç ku Wanê diçû Gimgimê li nuqteya kontrolê ya leşkeran a ligel Pira Abdurrehman Paşa ya Gimgimê hat binçavkirin. Kiliç paşê ji aliyê Dadgeha Sulh Ceza a Mûşê ve hat girtin. Hat zanîn ku der barê Mehmet Kiliç de bi sedema di pîrozbahiyên Newroza 2009'an de dirûşma beriz kirine bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 4'emîn a Wanê doz hatiye vekirin û ji ber Kiliç neçûye dadgehê hat girtin. Kiliç şandin Girtîgeha Tîpa E a Mûşê.