Mehmet Ocalan: Divê Ocalan karibe bi parêzeran re rûnê
Mehmet Ocalan: Divê Ocalan karibe bi parêzeran re rûnê
Mehmet Ocalan: Divê Ocalan karibe bi parêzeran re rûnê
Mehmet Ocalan bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 2 sal in nikare parêzerên xwe bibîne û xwest, tavilê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Mehmet Ocalan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd bi şert û mercên têde ye nikare pêvajoyê baş bi rê ve bibe û got, "Divê mercên ew lê tê ragirtin, bên guhertin."
Mehmet Ocalan ê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat Gemlîk a Bûrsayê, beriya bikeve ser rêya girava Îmraliyê bersiv da pirsên rojnamevanan.
Mehmet Ocalan da xuyakirin ku ew ji bo serdana cejnê diçe Îmraliyê û bi bîr xist ku ev 2 sal in destûr ji Ocalan re nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Mehmet Ocalan got, "Doza Abdullah Ocalan çi qasî siyasî be jî, aliyekî vê huqûqî ye. Em li bendê ne ku pêwîstiyên huqûqî yên vê dozê, bi cih werin anîn. Em dixwazin, tavilê parêzer biçin Girava Îmraliyê. Serdana parêzeran wê gelekî baş be. Ev du sal in, pênc şeş girtî li wir in. Nekarî parêzerên xwe bibînin. Ev yek li welatekî demokratîk gengaz e? Em li bendê ne û dixwazin ku demek beriya demekê parêzer biçin hevdîtinê bikin."
Mehmet Ocalan, redkirina daxwaza ji nû ve darizandina Ocalan a di çarçoveya pakêta 4. a Dadgeriyê de nerazîbûn nîşan da û got, "Dibêjin, mafê Ocalan tune ye ku ji wê qanûnê sûdê werbigire. Hîn neçûye ber destê dadgehê, rayedarên pêwendîdar dibêjin Abdullah Ocalan nikare ji vê qanûnê bê darizandin. Ev yek ne li gorî dewleta huqûqê ye."
Mehmet Ocalan da xuyakirin ku pêvajoya çareseriya demokratîk bi yekalî nameşe û xwest şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, bên guhertin.
Mehmet Ocalan got: "Çi ji destê me tê, bi rastî jî em dikin. Tevahiya mirovên li herêmê ji bo vê dixebite. Eger pêvajo wê bi awayekî demokratîk çareseriyê bîne, hingî divê dualî be. Çapemeniya Tirk ji bo Abdullah Ocalan dibêje; li vîllayê ye. Yên vê gotinê bi kar tînin, bila biçin mehekê li wir bimînin. Bila li hundirê wê çala 12 metrekareyî razên. Niha herî zêde Abdullah Ocalan ji bo vê pêvajoyê dixebite. Divê şert û mercên wî bên guhertin. Yanî di van mercan de heta cihekî dikare bimeşîne. Ez wê derê ev 14 sal in, dizanim. Eger ew kesên derve yên vê dibêjin, karibin mehekê du mehan li wir bijîn, bila ew vîlla ji wan re be."