Mehmûd Osman: Divê ji krîza li Sûriyê re çareyeke lezgîn bê dîtin
Mehmûd Osman: Divê ji krîza li Sûriyê re çareyeke lezgîn bê dîtin
Mehmûd Osman: Divê ji krîza li Sûriyê re çareyeke lezgîn bê dîtin
Endamê Parlementa Îraqê û siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman bi daxuyaniyeke nivîskî bang li hêz û civaka navneteweyî kir ku ji pirsgirêka li Sûriyê re çareseriyeke lezgîn a li gorî berjewendiyên gelan peyda bikin.
Endamê Parlamenta Iraqê û siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman bi rêya hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek weşand. Osman bal kişand ser rewşa li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û got, "Rewşa li Sûriyeyê bi awayekî metirsî ber bi xirabûnê ve diçe û bandorê li derdora xwe dike. Mînaka herî aşkera û berçav; hatina komî ya Kurdên Rojava ber bi Başûrê Kurdistanê ve ye. Her weha koçberiya welatiyên Sûriyê ya ber bi welatên cîran ve, bandora vî şerî ya li herêmê nîşan dide.”
Osman bal kişand li ser îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî yên bûn sedema mirina bi dehan kesan û ev yek destnîşan kir:
“Nuqteyeke girîng ew e ku tê gotin di şerê li Sûriyê de gaza kîmyewî hatiye bikaranîn, ku bi hezaran xelkê sivîl bûne gorî. Divê ev tawana li dijî mirovahiyê were lêkolînkirin. Ev rewş metirsîdar e. Hewce ye ku civaka navneteweyî, beriya hemûyan jî Rûsya û Emerîka hewl bidin vî şerî bidin sekinandin. Dûrî berjewendiyên partî û kesayetan pêwîste çareseriyek li gorî berjewendiyên gelan bê peydakirin. Da ku koçber bikaribin vegerin welatê xwe û mafê xwe yê jiyanê biparêzin."