Mejiyê Husnî Mibarek mir

Mejiyê Husnî Mibarek mir

Piştî ku Serok Dewletê berê yê Misrê Husnî Mibarek li girtîgehê krîza dil derbaz kir, hat îdîakirin ku mejiyê wî jî miriye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan ya Fermî ya Misrê, Husnî Mibarek îşev di demjimêrên şevê de li hucreya xwe krîza dil derbaz kir. Piştî krîzê bi elektroşokê carek din dilê Mibarek dan şixulandin û rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku, dilê Mibarek dest bi şixulînê kiriye lê belê ji ber ku oksîjen neçûye vehûnên wî û mejiyê wî miriye.Mibarekê ku girêdayî makîneyê jiyan dike, hat ragihandin ku Mibarek di aliyê klînîkî de miriye.