Mele Kirêkar dîsa di girtîgehê de ye

Mele Kirêkar dîsa di girtîgehê de ye

Rêberê rêxistina Ansar El Islam Mele Kirêkar ku bi nêzîkatiya xwe ya rêxistina El Qaîdeyê tê nasîn, ji ber daxuyaniyên di vîdeoyên demeke berê di înternetê de hate weşandin hate girtin.

Mele Kirêkar, an jî bi navê xwe yê rast Necmeddîn Ferec Ehmed ku wekî penaberê siyasî li Norweçê dijî di daxuyaniya xwe de 24’ê adarê de diyar kiribû cezadayîna wî dê rê li ber encamên cidî vebike û serokwezîrê berê Kjell Magne Bondevîk tehdît kiribû.

Kirêkar piştî vê daxuyaniya xwe du rojan şûn de rastî 5 sal ceza hat. Di nava hincetên mehkumiyetê de tehdîtên li hemberî Erna Solberg ku di sala 2003’an de biryara derveyê sînorkirinê îmze kiribûn jî hebûn.

Kirêkar bi teqezbûna cezayê xwe re kete girtîgehê. Norveç ev demeke dirêje dixwaze Mele Kirêkar dersînor bike. Lê ji ber ku li Iraqê cezayê dardakirinê li ser wî heye, dersînorkirina wî zor e.