Merasîma Xelatên Apê Musa hate betalkirin
Merasîma Xelatên Apê Musa hate betalkirin
Merasîma Xelatên Apê Musa hate betalkirin
Xelatên Şehîdên Çapemeniyê ya Musa Anter cara 22’emîn ji aliyê Cemîyeta Rojnamegerên Azad ve pêk dihat, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Rojava gel diherike sînorê Rojava hate betalkirin.
Cemiyeta Rojnamegerên Azad daxuyaniyek nivîskî da û got: “Ji gelek bajaran bi hezaran kes li dijî çeteyên çavsor diherikin sînorê Rojava. Di demeke wisa de em kedkarên çapemeniya azad, ji ber li sînor rojnamegerî bê kirin dê bîranîna Apê Musa û şehîdên çapemeniyê bide jiyîn em merasîma xwe ya xelatê û bîranînê betal dikin. Em ji bo pênûsa hevala xwe ya Denîz Firat li erdê nehêlin li herêma şer ji gel û raya giştî re nûçeyên xwe ragîhanin. Em ji hemû hevalên xwe yên ku xelat girtine, lêborîna xwe dixwazin û di demeke kurt de em ê wan agahdar bikin.”