Mêrdîn: Bila hemû girtiyên siyasî werin berdan

Mêrdîn: Bila hemû girtiyên siyasî werin berdan

Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê bi boneya balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş, aştiyeke mayînde û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da çapemeniyê. BDP'ê xwest ku hemû girtiyên siyasî werin berdan.

Di daxuyaniyê de xizmên girtiyan endamê Meclîsa BDP'ê Alî Urkut, Hevserokê BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz, MEYA-DER, TUHAD-DER, KCD, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, rêxistinên BDP'ê yên navçeyên Dêrik, Qoser, Stewrê, Midyad, Kerboran, Şemrex û Mehsertê jî cihê xwe girtin. Di çalakiyê de pankartên 'Ji girtiyên nexweş re azadî' , 'Ji tecrîdê re dawî ji Ocalan re azadî'  hatin vekirin û bênavber dirûşmên 'Dîlên siyasî rûmeta me ne' , 'Bijî berxwedana zîndanan' , 'Bijî berxwedana YPG' û 'Bijî Serok Apo' hatin berzkirin. Çalakiya ku ji bo şehîdên şoreşê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpêkir de sirûda 'Çerxa Şoreşê' hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê Serokê TUHAD-DER'ê Adil Başaran ve hat xwendin.

'HEMÛ GİRTİYAN BERDİN'

Başaran diyar kir ku divê pêvajoya ku tê xwestin ku hukûmeta AKP'ê gav biavêje de AKP heyeteke serbixwe ya bijîşkan naşîne Girava Îmraliyê û wiha got: "Ji bo ku aştiyeke mayînde pêk bê divê herî sereke şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin. Em her roj li ber deriyên girtîgehan e û ji bo girtiyên nexweş bang li hukûmeta AKP'ê dikin. Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene û hin ji van li ber asta mirinê ne. Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê du nexweşên giran hene. Navê van dîlên nexweş Nesîmî Alkan û Ramazan Çete ye. Ji koma Mexmûrê Huseyîn Îpek jî felca rû derbas kiriye. Em dîsa jî dibêjin ku bila li girtîgehan mirin çênebin. Em ê vê yekê nepejirînin. Divê hemû girtiyên azadiyê bên berdan." Başaran êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê jî şermezar kir û wiha berdewam kir: "Em berxwedana gelê xwe ya Rojava silav dikin. Em ji vir bang li hukûmeta AKP'ê dikin; ger hûn aştiyeke mayînde dixwazin, divê hûn niha gavên berbiçav biavêjin." Piştî daxuyaniya ku Başaran xwend, Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz axivî. Kaymaz da zanîn ku ji bo aştiyeke mayînde û ji bo ku xwîn rawest e divê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû dîlên azadiyê serbest bên berdan.”