Meşa aktîvîstên DOKH’ê ber bi Bagokê ve didome

Meşa aktîvîstên DOKH’ê ber bi Bagokê ve didome

 Meşa ku aktîvîstên DOKH’ê bi armanca protestokirina êrîşa leşkerên Tirk ya li ser gorên gerîlayên PKK’ê û HPG’ê ji Amedê dabûn destpê kirin didome. Tê payîn ji piştî demek kurt bigihijin Çiyayê Bagokê.

Tevgera Jina Azad a Demokratîk ji bo xerakirina “Goristana Şehîd Egîd Suruç” a ji aliyê leşkeran ve şermezar bikin di 19’ê Îlonê de ji Amadê dest bi meşê kiribûn. Çalakvanên jin li her cihê ku têre derbas bûn rastî eleqeyeke bi coş hatin û jinan armanca meşa xwe bi gelê di hat pêşwazî ya wan dikirin re parve kirin. Herî dawî ku hatin bajaroka Girêmîra ya girêdayî Nîsebînê vê sibê bi alên PKK, KCK, DOKH û flameyên kesk û sor û zer ber bi çiyayê Bagokê ve dest bi meşê kirin. Di meşa ku bi awayekî girseyî berdewam dike de bênavber dirûşmayên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Bagokê” û “Jin jiyan azadî” tên berzkirin.

Tê gotin ku wê jin piştî saeteke din bigihêjin “Goristana Şehîd Egîd Suruç”. Bi daxuyaniya ku wê li wir bê dayîn re meş bi dawî bibe.