Meşa Amedê bi beşdarbûna deh hezaran destpê kir

Meşa Amedê bi beşdarbûna deh hezaran destpê kir

Li Amedê mitinga ku bi şîara "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê statû" a dibin pêşengtiya BDP’ê de bi beşdarbûna  deh hazaran kesên li ber avahiya BDP’a Amedê kombûyîn destpê kir.

 Polîsan ji ber îdîaya, "pankartên ji derveyî zagonê " li qada Turgut Ozal pêşiya meşê girtî bû. Piştî hevdîtinên di navbara nûnerên BDP’ê û polîsan de ji nû de meşê destpê kir.

Meşê li ber avahiya BDP’ê bi pankarta, “Di mekezagonê de hemweletî, perwerda zimanê dayîkê, ji bo gelê Kurd statû” û ala 20 metre dirêj ya rengê kesk, sor û zer, gelek alayên PKK’ê, KCK û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan despê kir.

Di meşê de parlementera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna, Serokê  BDP’a Amedê  Zubeyde Zumrut, nûnerên  BDP'ê û parêzerên ku ji Rojavayê Kurdistanê hatîne cih digrin.