'Meşa Çareseriyê' ya gerîla dewam dike

'Meşa Çareseriyê' ya gerîla dewam dike

Di çarçoveya pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, du komên gerîla yên ji Bakurê Kurdistanê vekişiyan gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Bawer Dêrsim di merasîma pêşwazîkirinê de axivî û destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê ji aliyekî ve amadekariyên şer ên veşartî dike, ji aliyê din ve jî bi sedemên cûda polîtîkaya mijûlkirinê dimeşîne.

Dêrsim da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd bi nêzîkatiyên ji rêzê û pakêtên mijûlkirinê çareser nabe û got, "Bi nêzîkatiyên demagojîk û zimanê êrîşkar ên berdevkên AKP'ê, ev pirsgirêk qet çareser nabe. Bi guhertinên berfireh ên demokratîkbûyînê, pirsgirêk dikare têkeve rêya çareseriyê."

Pêvajoya vekişîna gerîla ya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8'ê Gulanê de destpê kir, dewam dike. Heta niha bi sedan gerîla ji Bakurê Kurdistanê xwe gihandine Herêmên Parastinê yên Medyayê. Herî dawî ji Dêrsim û qadên cûda du komên gerîla gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Komên gerîla, bi merasîmeke leşkerî ya ji hejmareke zêde gerîlayan hatin pêşwazîkirin. Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Bawer Dêrsim li merasîmê axivî û der barê pêvajoyê de nirxandinên girîng kir.

‘LI GEL REWŞA NEYÎNÎ YA AKPÊ EM GAVAN DIAVÊJIN’

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Bawer Dêrsim banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera wan a ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk bibîr xist û got, "Der bar vê pêvajoya ku ji bo gelê me û gelên Rojhilata Navîn xwedî wate û encamên girîng e, weke HPG me heta roja îro bi samimiyetek mezin hemû berpirsyariyên xwe bicih anîne."

Dêrsim diyar kir ku ji bo pevçûn raweste çi ji destê wan hatiye, wan bi fedekariyeke mezin bicih anîne û got, "Ji bo pêvajo bimeşe, ji bo bi awayekî baş biencam bibe, li gel rewşa neyînî ya AKP'ê jî em bi biryardarî gavan diavêjin." Dêrsim rexneyên tund li hikûmeta AKP'ê girt û ev nirxandin kir:

"Li gel her şêweyên demagojî û şantaja AKP'ê, ji ber bîr û baweriya me ya ji gel û pêvajoyê re em van gavan diavêjin. Lê li beranberî vê yekê, hikûmeta AKP'ê bi helwesteke ne cidî nêzî vê pirsgirêk ewçend dîrokî dibe. Ji aliyekî ve amadekariyên veşartî yên şer dike, ji aliyê din ve jî bi sedemên cûda polîtîkaya mijûlkirinê dimeşîne. Divê herkes vê baş bizanibe ku pirsgirka ewçend mezin a mîna ya Kurd, bi nêzîkatiyên ji rêzê û pakêtên mijûlkirinê çareser nabe. Dîsa, bi helwestên demagojîk û zimanê êrîşkar ên berdevkên AKP'ê pirsgirêk qet çareser nabe. Bi nêzîkatiyeke dorfireh û reformên berfireh ên demokratîkbûyînê re, pirsgirêk dikare têkeve ser rêya çareseriyê."

Bawer Dêrsim ragihand ku divê pêvajo bi dualî bimeşe û got, "Eger hêzên me yên gerîla hînê bi fedekariyeke mezin meşa xwe dewam dikin, ev ji ber daxwaza wan a rêvebirina pêvajoya çareseriyê ye."

‘DI REWŞEKE GENGAZ E EM AMADE NE BI DAXWAZEKE MEZIN VEGERIN’

Di dema merasîmê de fermandarên komên gerîla yên vekişiyan, bi kurt axivîn.

Yek ji fermandarên koma Dêrsimê Yilmaz Dêrsim: Li ser fermana Rêberî û tevgera me, em vekişiyan. Di rewşeke gengaz û berevajî de em amade ne vegerin. Astengî, nêzîkatiyên dûrî cidiyetê yên dijmin ên tên zanîn û ev yek me dixe nava fikaran. Di dema meşa me de jî ev fikar li gel me hebûn, niha jî hene. Lê belê, ji ber baweriya me ya bi tevger û Rêberê me re, em biryardarin vê pêvajoyê bimeşînin.

‘EM JI ŞER RE JÎ JI AŞTIYÊ RE JÎ AMADE NE‘

Yek ji fermandarên koma Dêrsimê Fîdan Zinar: Tevî hemû astengiyên dijmin, em ji Dêrsimê heta vê derê li ser banga Rêberê xwe hatin. Lê di rewşeke berevajî de em amade ne bi heman cidiyetê vegerin cihê em jê hatine. Fikar û gumanên me hene. Rêberê me pêngaveke mezin da destpêkirin û pêwistiyên vê bicih anî. Gelek komên me vekişiyan. Lê belê ev gav yekalî man. Her çend fikar û gumanên me hebin jî, em li dû Rêber û tevgera xwe ne. Lê ger ev pêvajo bi yekalî dewam bike, em ji her tiştî re ji şer re jî ji aştiyê re jî amade ne.

Yek ji fermandarên koma Dêrsimê Akîf Goyî: Li ser banga Rêberê xwe em hatin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Wateyeke hatina me heye. Ji ber rewşa pêvajoyê baş xuya nake, fikarên me hene. Lê belê dîsa jî em ji her rewşê re amade ne.

‘JI NIHA Û PÊ VE JIYAN JÎ ŞER JÎ WÊ MÎNA BERÊ NEBE’

Yek ji fermandarên koma Botanê Aram Bêkes: Bû demeke dirêj ku vê pêvajoyê destpê kiriye. Di çarçoveya plana rêxistina me diyar kir de, em tevgeriyan. Li ser banga vekişînê ya tevgera me, mw wezîfeya xwe bicih anîn. Ji aliyê dijmin ve zehmetî û astengî hatin derxistin. Li ser rêgehên me yekîneyên veşartî û yekîneyên keşfê hebûn. Ev hêzên veşartî hêzên dixwazin pêvajoyê têk bibin e. Vê yekê niyeta nebaş a dewlet û hikûmetê raxist ber çavan. Ev ji bo me ne pirsgirêk bû. Em di çarçoveya perspekîfên tevgera xwe tevgeriyan. Lê eger pêvajo bi vî rengî dewam bike, jiyan jî, şer jî wê mîna berê nebe."

Yek ji fermandarên koma Dêrsîmê Berwar Rojhilat wiha got: “Pêvajoya ku serokatiya me daye destpêkirin, me bi hêzeke mezin xwe tevli kir. Di vê esasê de hatina me ya Qadên Parastina Medya pêk hat. Hatina Qadên Parastina Medya bo me zehmet bû. Lê me banga Serokatiyê wek talîmat girt  dest û ji bo pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin bi serkeftî encam bibe me hemû zor û zehmetî da ber çavan. Em di warê hestan de ketin zehmetiyan. Her wiha fikarên me jî hebûn. Ji ber ku nêzîkatiya hikûmetê li ber çavan bû. Di rê de li dijî êrîşên dijmin amadekariyên me hebûn. Ger pêvajo li ser banga serokatiya me nemeşe em dê hamleya xwe careke din di ber çavan re derbas bikin. Em amadeneku vegerin qadên bakûr û em amadeneke ku hemû bangên Serokatiya xwe bînin cih.

GER BI QEDERA GELÊ ME BILÎZIN..

Yek ji fermandarên koma Amedê Yilmaz Yildirim:Pêvajoya ku Serokatiya me di Newrozê de daye destpêkirin ji bo hemû gelê me û cîhanê bûye hêvî.  Dema em vekişiyan di rê de me gelek zehmetî kişandin. Her çiqas bêjin bila pêvajoy bi lez û bez bimeşe jî balafirên keşfê 24 saetan di ser me re difiriyan. Bêguman serokatiya me ev pêvajoya da destpêkirin û me jî wek fedayiyên Rêber Apo ev banga wî qebûl kir û me meşa xwe da destpêkirin. Em gerîlane. Em dikarin bên jî û dikarin biçin jî. Ev bo me ne pirsgirêke. Pirsgirêk eve ku, ger xapandineke hebe û ger bi qedera vî gelî bê lîstin, berpirsê şerê ku derkeve holê hikûmeta AKP’ê ye. Ji ber vê çawa ku em îro vekişiyan, em dikarin dîsa vegerin qadên xwe yên Bakûr. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê çi ji destê me bê em amadene.  Em li gorî talîmatên HPG’ê tevdigerin. Em wek kadroyên vê tevgerê ji bo peywirê amade ne.