Meşa Ciwanên Şoreşger piştî 4 rojan gihîşt Kobanê

Meşa Ciwanên Şoreşger piştî 4 rojan gihîşt Kobanê

 Meşa ku Tevgera Ciwanên Şoreşger 4 roj beriya niha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya YPG/YPJ’ê dabû destpêkirin, li Kobanê bidawî bû.

Meşa ku di 2’ê cotmehê de bi diruşma “YPG û YPJ gel in û gel jî li meydana şer e” ji Goristana Şehîdan dabû destpêkirin li navenda Kobanê bidawî bû. Meşvan li daketina bajêr ji aliyê welatiyan ve bi tilîlîiyan hatin pêşwazîkirin. Girseya ku dirûşmeyên dilsoziya bi YPG/YPJ re tînin ziman berz kirin, bi meşvanan re din ava kolanên bajêr re bi stranan derbas bûn û  gihîştin Navenda YPG’ê ya Şehîd Xebat.

Li vir merasîma pêşwazîkirinê hate lidarxistin. Piştre yek ji fermandarên YPG’ê û YPJ’ê Narîn Kobanî, Endamê Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kobanê Rêzan Tolhildan, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Îto û Hevserokê Meclîsa Gel a bajarê Kobanê Ehmed Şêxo axaftin kirin.

Axaftvanan çalakiya ciwanan silav kir û bal kişandin ser girîngiya rola ciwanan a di parastina Rojavayê Kurdistanê de. Di axaftinan de bang li ciwanên ku ji welat penaber bûne hate kirin ku vegerin welatê xwe.