Meşa Desteya Bilind veguherî oxirkirina şervanê YPG'ê
Meşa Desteya Bilind veguherî oxirkirina şervanê YPG'ê
Meşa Desteya Bilind veguherî oxirkirina şervanê YPG'ê
Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran welatiyan, li ser banga Desteya Bilind a Kurd, bi armanca şermezarkirina komên çekdar û piştgiriya gelê Serêkaniyê û YPG'ê meşiyan. Meşvanan cenazeyê şervanê YPG'ê Ebdulrehman Ehmed Qewas ku di pevçûnên li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû li goristana Şehîd Rustem Cûdî sipartn axê.
Piştî ku Desteya Bilind a Kurd, biryar girt ku dê di 26'ê Çileyê de li bajarê Dirbêsiyê bi armanca şermezarkirina komên çekdar û piştgiriya gelên Serêkaniyê û YPG'ê meşekê li dar bixe. Li ser banga Desteya Bilind di saetên serê sibehê de ji bajarên wekî Qamişlo, Amudê, Hesekê û Tiltemir û Dêrikê, bi deh hezaran kes hatin Dirbêsiyê. Cenazeyê şervanê YPG'ê Ebdurehman Ehmed Qewas ku di pevçûnên li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû, ji ocaxa tenduristiyê bi meşeke bi heybet ber bi xaçeriya Serêkaniyê ku wek qada şehîdan tê naskirin ve birin.
Li wir merasîmeke bi heybet hate lidarxistin. Di merasîmê de endamên Desteya bilind a Kurd Aldar Xelîl, Ebdulselam Ehmed û Ehmed Silêman her wiha nûnerê Surayniyan Ishaq Ebdo jî axivîn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, piştre helbestvanê kurd Ferhadê Merdê helbestên li ser Serêkaniyê û şehîdan pêşkêş kir. Piştî Merdê birayê şervanê YPG'ê Ebdurehman Qewas axavî û bang li welatiyan kir ku berê xwe bidin Serêkaniya ku bûye qada şerf û rumetê û soz da ku ewê li ser şopa şehîdan bimeşe heta paqijkirina Serêkaniiyê ji hamû çeteyan.
Piştre Mele Heysem axaftinek kir û da zanîn ku tu têkiliya komên çete bi islamê re tuneye, her wiha Heysem got ku ciwanên ku li Serêkaniyê berxwe didin ew rastiya musilmantiyêne, şehîdên wan wê buhiştê bi dest bixin.
Lİ SER NAVÊ SURYANİYAN AXAFTİNEK HATE KİRİN
Li ser navê bi sedan suryaniyên di meşê de beşdar bûn û piştgiriya xwe ji Desteya Kurd a Bilin re nîşan dan, soz dan ku ewê YPG'ê bi hemû hêza xwe destek bikin. Mamoste Ishaq Ebdo di merasîmê de axaftinek kir û da zanîn ku hemû pêkhatiyên Rojavayê Kurdistanê weke bira jiyan dikin, Ebdo diyar kir ku komên çete ku hatine Serêkaniyê tu karê wan li herêmê tuneye û got'' em dikarin xwe biparêzin tu karê komên çete li Serêkaniyê tuneye, ciwanên me dikarin herêmên xwe biparêzin''. Ebdo balkişand ku ewê bi hemû hêza xwe YPG'ê destek bikin û alîkariya ku pêdivî pê heye pêşkêş bikin.
Li ser navê ENKS'ê Ehmed Sîno axivî û diyar kir ew ê li hember komên çete ku ketine Serêkaniyê bê deng nemînin, wê pîlanên ku dixwazin destkeftiyên kurdên rojava bin pêbikin vala derxin, Sîno diyar kir ku Yekîtiya gelê kurd hêza herî li pêş e.
Piştî Sîno Endamê Desteya Bilind a Kurd Ehmed Silêman axivî û diyar kir ku komên çete yên hatine Serêkaniyê ne hatine Suryê azad bikin, ew hatine dijî destkeftiyên gelê kurd tevbigerin. Her wiha Silêman dazanîn ku gelê Serêkaniyê bi hemû pêkhatiyên xwe li himber van komên çete şer dikin heta ku bajarê xwe ji çeteyan rizgar bikin. Silêman di dawiya axaftina xwe de berxwedana gelê û YPG'ê li Serêkaniyê silav kir.
Endamê Desteya Bilind a Kurd Ebdulselam Ehmed axivî û diyar çalakiya wan ji bo destek dayina berxwedana gelê Serêkaniyê û YPG'ê ye, Ehmed dazanîn ku gelê kurd tu carî Serêkaniyê bi tenê nahêlin. Piştî Ehmed axaftina xwe bi dawî kir, Endamê Desteya Bilind a kurd Aldar Xelîl axivî û sipasiya welatiyan kir û diyar kombûna gel li qadê nîşan yekitiya kurdane. Her wiha Xelîl sersaxî ji gelê kurd û malbata şehîdan xwest, û diyar kir ku berxwedana li Serêkaniyê berxwedana herî bi nirxe, Xelîl bal kişand ser malbata Qewas ku 3 Şehîd di berxwedana li Serêkaniyê diyar kirin û berxwedana wan silavkir.
Piştî ku Merasîm bi dawî bû kurdistaniyan cenaze şervanê YPG'ê bi karwanekî wesayitan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê oxir kir û li wir spartin axê.