Meşa jinan ya ber bi Çiyayê Bagokê didome

Meşa jinan ya ber bi Çiyayê Bagokê didome

Meşa ku aktîvîstên DOKH’ê biboneya protesto kirina êrîşa leşkerên Tirk ya li ser gorên gerîlayên PKK û HPG’ê ji Amedê ber bi Çiyayê Bagokê dabûn destpê kirin didome.

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) biboneya protestokirina êrîşa leşkerên Tirk ya 2’ê Îlonê li ser “Şehîdgeha Egîd Sûrûç” ya li Çiyayê Bagok ya ser bi Mêrdînê ve, 19’ê îlonê ji Amedê dabûn destpê kirin, didome.

Jinên ku duh gihan Mêrdînê, vê sibehê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li cihê ku 3 jê zarok û 2 jin beriya 2 rojan di encama “xwîndariyê” de hatibûn qetilkirin, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jinan qetilkirin şermezarkirin û bang li herkesê kirin ku, li hemberî “qetlên jinan û tecawizê” şiyar bin.

Li aliyê din her gundê ku jin diçinê bicoş têne pêşwazî kirin û jin armanca meşa xwe ji gel re tînin ziman. Hevjînên bitemen li gundê Aksu yê girêdayî navçeya Çinara Amedê jiyan dike û zarokên wî 20 sale li nav refên PKK’ê ye, bigirî ve pêşwaziya jinên DOKH’ê kir, kêliyên hestiyan rûdan.

Di meşa ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin de, jinan bênavber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan , Azadî”, “Her bijî berxwedana Rojava” qîr kirin.

Jinên ku hertim ji aliyê polîs û leşkeran ve têne şopandin û li her derê têne astengkirin, dê îşev li gundê Sarincê ê ser bi Nisêbînê ve bimînin, sibe siharê jî dê ber bi Nisêbînê ve bimeşin. Aktîvîstên DOKH’ê dê roja Duşemê jî ber bi Çiyayê Bagokê ve bimeşin.