Meşa Rahmo rastî êrîşa leşkeran hat: 2 birîndar
Meşa Rahmo rastî êrîşa leşkeran hat: 2 birîndar
Meşa Rahmo rastî êrîşa leşkeran hat: 2 birîndar
Geverî, ji bo rakirina qereqolên seyar û protestokirina çêkirina qereqolên nû, ber bi Girê Rahmo yê herêm Dostkî meşiyan. Lê belê leşkerên Tirk êrîşî girseyê kirin û di encamê de 2 jin birîndar bûn.
Bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Geverê, ji bo rakirina qereqolên seyar û protestokirina çêkirina qereqolên nû, ber bi Girê Rahmo yê li herêma Dostkî meşek hat lidarxistin.
Tevî veguhastineke mezin a leşkerî, bi hezaran kes li gel Şaredarê Geverê Ercan Bora, Şaredarê Bajêrgan Hûrşît Altekîn, nûnerên KURDÎ-DER û Însiyatîfa Dayikên Aştiyê li Parka Çanda Avaşîn a li navenda bajêr li wesayîtan siwar bûn û ketin ser rêya Girê Rahmo.
Girseya gel ji qunarên gir bi dirûşma û pankarta bi nivîsa "Emê nehêlin qereqol bên çêkirin, emê nehêlin Kurdistan di bin dagirkeriyê de be" ber bi qereqola seyar ve meşiya. Lê belê girseya gel li benda leşkeran rast hat. Leşkerên Tirk bi bombeyên gazê êrîşî girseya gel kirin û di encamê de 2 jin birîndar bûn.
Tevî êrîşê jî Geveriyan çalakiya xwe dewam kirin û li ser navê girseyê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Naîl Dûrmaz daxuyaniyek da. Dûrmaz got, "Di çarçoveya hesasiyeta pêvajoya em tê re derbas dibin, em meşiyan ber bi Girê Rahmo. Ji bo selametiya pêvajoyê em li vir in, lê belê ji destpêkê ve em rastî êrîşa bi çekan û bombeyên gazê hatin. 3-4 dayikên me hene ku ji ber bombeyên gazê birîndar bûne. Ev êrîş wê li pêşberî vîna gel têk biçin. Emê vê pêvajoyê heta dawiyê biparêzin. Ji bo ku hûn vê axê bikin qada leşkerî, divê hûn me û vîna me tine bikin."
Girseya gel piştî daxuyaniyê, bi dirûşman vegeriya navenda navçeyê.