Meşa zimanê dayikê ya li Amedê rastî astengiya polîsan hat
Meşa zimanê dayikê ya li Amedê rastî astengiya polîsan hat
Meşa zimanê dayikê ya li Amedê rastî astengiya polîsan hat
Li Amedê, girseya gel a xwest îmzeyên ji bo perwerdeya zimanê dayikê hatine berhevkirin radestî Muduriyeta Emniyetê ya Baglarê bike, rastî astengiya polîsan hat. Li gel dorpêça polîsan jî girseya gel ji bo meşê biryardar e.
Girseya ku bi boneya îmzeyên ji bo "Perwerdeya Zimanê Dayikê" li Amedê hatin komkirin radestî Midûriyeta Perwerdeyê ya Navçeya Baglarê ya Amedê bikin meşiyan, rastî astengiya polîsan hatin. Di pêşengiya Egîtîm Senê û KURDÎ-DER'ê ya Amedê de ji bo "Perwerdeya Zimanê Dayikê" bi hezaran îmze hatin komkirin. Girseya ku ji bo îmzeyan radestî Midûriyetê bike li ber Rêxistina BDP'ê ya Amedê kom bûn, xwestin heta Midûriyeta Perwerdehiyê ya Baglarê ya Amedê bimeşin. Di meşa ku bi piranî ji ciwanan pêk dihat de rêveberên BDP'ê, KURDÎ-DER, Egîtîm Sen, Şaredar û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Girseya ku li ber BDP'ê kom bûn pankartên "Ciwan parastina zimanin", "Dem dema perwerdya kurdî ye", "Her tişt ji bo ziman", "Zimanê me rûmeta me ye" û "Ji ziman re qedexe nabe, em qedexe nasnakin" vekirin. Girseyê dîsa alên PKK û KCK'ê vekir û bê navber di lehê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, YPG û zimanê zikmakî de silogan berz kirin.
Polîsên ku derdora avahiya BDP'ê dorpêç kirin û bi maşîyên zirxî û TOMA kom bûn, li ser rêgeha meşê bend danîn û destûr neda ku girse bimeşe. Girseyê ev helwesta polîsan bi tilîlî, çepik û siloganan şermezar kir. Polîsan girse bi anonsan hişyar kir û xwest belav bibin. Ciwanekî birûpoş jî bi megafonê bersiv da polîsan û got "Artêşa TC bendê rake. Yan jî emê dest werdin. Ev anonsa me ya destpêkê ye. Piştî anonsa duyemîn em dê mudaxaleyî we bikin. Piştî polîsan bend ji pêş girsê ranekir, girsê jî li ber bendê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Rageşiya di navbera girseyê û polîsan de berdewam dike. Di vê navberê de maşîneyên TOMA hatin qadê û girse xistin çemberê. Rageşî didome.