Mesûd Barzanî jî xwe tevlî nîqaşên sinor kir
Mesûd Barzanî jî xwe tevlî nîqaşên sinor kir
Mesûd Barzanî jî xwe tevlî nîqaşên sinor kir
Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî jî tevlî nîqaşa li hemberî astengkirina Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ê destûr nehat dayîn derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bibe. Mesut Barzanî li ser hesabê xwe yê twîtter ji bo Muslim got, “Bi alîkariya rejîma Sûriyeyê xwe li ser Rojava ferz kiriye. Xwe terbiye bikin paşê behsa terbiyeya Başûr bikin.”
Piştî ku hate zanîn Hikûmeta Herêma Kurdistanê ketina Hevserokê PYD’ê Salih Muslim a ji bo xaka Herêma Federal a Kurdistanê qedexe kiriye, gelek sazî û partiyên siyasî ev helwesta Hikumeta Herêma Kurdistanê şermezar kirin.
Lê belê rêveberên PDK’ê ku astengkirina Muslim bi hinceta di vîdeoyekê de, têkildarî girtina deriyên sînoran ên Rojava ku Salih Muslim dibêje, “Dixwazin di rêya girtina sînoran re me terbiye bikin” bi awayekî aşkera Berpirsê dosyeya Sûriyeyê di Serokatiya Herêma Kurdistanê de Dr. Hemîd Derbendî gotinên nexweş ji bo Hevserokê PYD’ê Salih Muslim kiribûn û gotibû, “Biçe bi xwe fêrî terbiyetê bibe û paşê daxwaz bike derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.”
Îro jî Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li ser hesabê xwe yê twîtter (@MMBarzanî) ji bo Hevserokê PYD’ê Salih Muslim got, “Bi alîkariya rejîma Sûriyeyê xwe li ser Rojava ferz kiriye. Xwe terbiye bikin paşê behsa terbiyeya Başûr.”