Mexdurê Pozantiyê: Ji bo bo tola xwe hildim bûm gerîla
Mexdurê Pozantiyê: Ji bo bo tola xwe hildim bûm gerîla
Mexdurê Pozantiyê: Ji bo bo tola xwe hildim bûm gerîla
Di raya giştî de pêşî weke ‘zarokên keviravêj’ hatin nasîn piştre jî ‘mexdurên Pozantiyê.’ Zarokên kurd ku hêj zokatiya xwe nejiyan, îşkenceya ku li Pozantiyê li wan hat kirin, dê wek lekeyeke reş li dîroka mirovahiyê bimîne. Zarokên kurd yên bertekên xwe nîşanî çovsoriya polîsên tirk bi keviravêtinê nîşan didin, hovîtiya herî dijwar li hemberî van zarokan dihatin bikaranîn. Ew îşkenceya li zarokên kurd hat kirin, di bîra mirovan de cihê xwe girt. Bi taybet ev wehşet ji bo hemû zarokên kurd bû dema ‘Divê hesabê vê bê pirsîn’ bû. Ji ber vê ye ku her zarokên kurd ji bo tola vê hilde tevlî gerîla dibe. Yek ji van ku di raya giştî de wek T.T tê zanîne û niha tevlî gerîla bûye.
Gerîla Întîqam Mamxorî di 1992’an de li Edeneyê hatiye dinê. 3 salan tenê xwendiye. 5 xwişk û bira ne, malbata wî ji Elkê ya Şirnexê ye. Gundê wan piştî dişewitînin koçî Edeneyê dikin. Li Edeneyê jî dewletê rehetî jêre nehişt. Malbatê li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê têkoşiyane. Ji van yek jî Întîqam bû.
SÎXURTÎ QEBÛL NEKIR RASTÎ LÊDANÊ HAT
Întîqam di15’ê sibata 2008’an de di salvegera komploya navnetewî ya radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê binçavkirin. Ev binçavkirin di jiyana Întîqam dibe dest pêkeke. Bi hevalekî wî re dibin Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Edenê. Li wir sîxurtiyê pêşniyarê Întîqam dikin û ew qebûl nake. Piştî qebûl nake rastî îşkencê tê.”
LI ŞAXA ZAROKAN ÎŞKENCE
Întîqam 5 rojan li Şaxa Zarokan dimîne. Întîqam diyar kir ku ew ne tenê bû û wiha got: “Bê navber îşkence li me dikirin. Em dibirin a Tiba Edlî û dianîn. Di wesayîtê de lêdan û heqaretên dijwar hebûn. Nezaretxane cihekî sar bû. Zarokên din jî hebûn bê navber bi kulm û pihînan li me didan.”
PÊŞÎ LÊDANA LEŞKER PIŞTRE YA GARDIYAN
Întîqam piştî derdixin dadgehê tê girtin û dibin girtîgeha Kurkçuler. 30 zarok hefteyekê li Kurkçuler dimînin. Întîqam diyar kir ku ew bi zanebûn şandine wir û got: “Komelek leşker bi govendê ber bi me hatin û ji me re gotin terorîst hatine. Em kirin rêzê. Li me dan. Piştre fermandar hatin wan jî li me da. Piştre em tazî kirin. Em li erdê dirêj kirin. Yek bi yek em gazî odeyê dikirin. Armanca wan şkandina rumeta me bû.
Piştî leşkeran gardiyan hatin. Wan jî bi xortum û çekpasan li me dan. Li ling û destê me dida. Kî dihat diçû li me didan. Hejmara me zêde bû. Em hemû zarok bûn. 5 rojan bê navber îşkece li me kirin.”
Ligel vê hemû karê giran jî bi zarokên kurd tên kirin. Lêdana gardiyan jî her roj didome.
POZANTIYÊ 8 MEHAN ÎŞKENCE
Piştre zarokan dibin girtîgeha Pozanti. Li vir jî rastî bi lêdana leşker û gardiyan re rû bir û dimînin. Întîqam wiha dibêje: “Ne mumkun ku em serî hilnedin. Ji ber ku me kevirek avêt ev tişt hatin serê me. Lê min serî netewand. “
Di qawişa 15 kes li dikarin bimînin de 35 kes dibînin. 8 meh û her roja wê îşkence. Di qawişê de ji her sucî mirov hene. Siyasî û edlî di nava hev de ne. Yê edlî sûcê herî xerab kirine. Her wisa salê wan jî êdî yê zarokatiyê derbas kirine. Yê siyasî jî hemû zarokên kurd in. Dema gardiyan tunebin jî girtiyên edlî lê îşkencê dike.
26 SAL CEZA DIDINÊ
Întîqam piştî 8 mehan tê tehliyekirin û dewlet 26 sal ceza dide Întîqam. Hem girtîgehê û hem jî piştî wê her tişt psîkolojiya Întîqam xera dike. Întîqam diyar kir ku ew êdî ji malbata xwe jî direviya û li park, baxçe û goristanan radiza.
CARA DUYEMÎN TÊ GIRTIN
Polîsên tirk di 2009’an careke din Întîqam digirin. Du rojan li Midûriyeta Edenê îşkencegê dibîne. Dîsa dibin girstîgeha Kurkçuler. Piştî Kurkçuler dibin girtîgeha Pozanti. 4 mehan li wir dimîne. Her roj îşkenceyê dibîne.
ÇÎROKA ZAROKÊN KEVIRAVÊJ DI ÇAPEMENIYÊ DE TÊ DÎTIN
Piştî ji girtîgehê derdikeve diçe xebatên ciwanan yên siyasî. Di wê demê de çîroka zarokên keviravêj di rojevê de bû. Çîroka Întîqam jî balê dikişîne.
Ji ber ku Întîqam tiştên hatine serê wî vegot, ji aliyê polîsan ve tê şopandin. Ji ber vê serî li ÎHD’ê dide. Întîqam diyar dike ku piştî wan îşkenceyan serî netewandiye û her ku Malum Dogan, Kemal Pîr hatiye bîra wî teslîmiyet qebûl nekiriye.
RASTIYA POZANTI TÊ DEŞÎFREKIRIN
Di 2011’an biryara girtina Întîqam tê dayîn. Ji bo neyê girtin, xwe vedişêre. Di vê navberê de hovîtiya girtîgeha Pozanti derdikeve holê û di rojeva hemû cîhanê de cihê xwe digire. Çîroka Întîqam jî dikeve rojevê. Întîqam jî tevli weşandên zindî yên TV yan dibe û diyar dike ku divê ew wehşeta li zarokên kurd tên kirin bê dîtin.
JI KCK’Ê TÊ GIRTIN
Dewleta tirk vê carê di 2012’an de Întîqam ji doza KCK’ê binçav dike. Pêwî dibin midûriyeta Edeneyê û piştre jî dibin dozgeriya komarê ya Tarsusê . Li vir dozger wêneyên gardiyanan nîşan dide. Lê di wêneyan de gardiyanên îşkencekar tune bû.
Întîqam careke din tê girtin û dibin girtîgeha Kurkçuler qawişan îtîrafkaran. Întîqam wiha dibêje: “Dema ez hîn bûm ku qawişa îtîrafkarane min bi qêrîn li deriyan xist. Min got, min bibin qawişa siyasiyan. Lê midûrê girtîgehê neşand. Girtiyên siyasî piştî hîn dibin, hewl didin min bigirin cem xwe. Hewldanên min encam neda. Min hewl da xwe întîxar bikim. Wê demê ez birim Nexweşxaneya Sînîr û Ruh. 15 rojan li wir mam. Di rê de leşker û gardiyanan li min dixistin. Dadgeha wê demê 46 sal ceza ji min re dixwest. Ligel hemû israran ez di qawişa îtîrafkaran de radigirtim. Dixwestin min bikin sîxur.
7 SAL Û 8 MEH CEZA
Malbata Întîqam vê rewşê ji çapemeniyê re radigîhîne. Întîqam piştî 6 mehan şûnde tê berdan.piştî demekê cezayê wî 7 sal û 8 meh tê erêkirin. Întîqam dixwaze biçe derveyê welat pasaportê nadinê.
EZ DIVÊ TOLA XWE HILÎNIM
Întîqam ku dibîne êdî nikare li Tirkiyeyê bimîne biryara tevlibûna gerîla dide. Întîqam di payîza 2012’an de gihişt nav refê gerîla. Întîqam wiha dibêje: “Min kevirek avêt, evqas tişt hatin serê min. Ger ez li wir bimam, dê di girtîgehê de bamama. Ez hatim çiye. Min navê xwe kir Întîqam. Ev bo min watedar bû. Ez îro li vir im û ez dê tola xwe hildim.
Zarokên kurd yên weke min li Pozanti û girtîgehên din rastî îşkencê hatin divê tevli gerîla bibin. Divê ew zarok tola xwe hildin. Ne tenê zarokên kurd, divê êdî hemû kurd bêjin ‘Êdî bes e. Ez îro li vir im gelek kêfxweş im. Ez xwe ji qirêjiyên pergalê diparêzim.”