Mexdûrên erdhejê naxwazin Erdogan bê Wanê

Mexdûrên erdhejê naxwazin Erdogan bê Wanê

Serokwezîr Erodgan sibê tê Wanê. Welatiyên mexdûrê erdheja Wanê nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin Serokwezîr çima û ji bo çi tê Wanê? 

Li Wanê di 23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdara 2011'an de erdhejên mezin çêbûbûn û 644 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 28 hezar û 500 xanî û war hilweşiyabûn. Waliyê Wanê û rayedarên AFAD'ê niha dixwazin welatiyên di bajarên konteyniran de dijîn ji derkevin. Li gel 2 sal di ser erdhejê re derbas bûn, hêj hikûmetê sozên xwe pêk ne anîne. Li şûna sozên xwe pêk bîne ceyran û avê ji ser welatiyan qut dike. Welatiyan ji konteyniran derdixe. Welatiyên mexdûrê erdhejê bertekên xwe anîn ziman û hatina Erdogan şermezar kirin. 

Welatiyê bi navê Kaya Çelebî yê ji DÎHA'yê re axivî diyar kir ku li şûna hikûmet sozên xwe pêk bîne wan ji bajarên konteyneran derdixin û bi hatina zivistanê re dê pirsgirekên wan zêde bibin û wiha got: "Niha ceyranê û avê ji ser me qut dikin. Ger ku Erdogan pirsgirêkan çareser neke dê çima bê Wanê. 

'GELÊ ME LI ME XWEDÎ DERKET'

Dayika 2-3 zarokan Aynur Genç, jî anî ziman ku 3 mehin ceyran û av ji ser wan qut kirine û di nava şert û mercên herî xerab û giran de dijîn. Genç, anî ziman ku tenê hêviya wan gel e û wiha got: "Me hêviya xwe ji dewletê qut kir. Hêvî û bendewariya me ji gelê me ye. Em dixwazin gelê me li me xwedî derkeve. Em 17 malbat di konteyniran de dijîn. 

Genç, da zanin ku dewletê xaniyên TOKΠçêkirin û hemû li xizm û kesên nêzî xwe belav kir û wiha got: "Fêdeya xaniyên TOKÎ negiîhiştin mexdûran. 3 roj berê li vir konteynerek şewitî. Rayedarên Walîtîyê bi lezgîn hatin û konteyner rakirin. Em mafê xwe diwazin. Em xaniyekî germ û warekî xweş dixwazin. Erdogan çima û jibo çi tê Wanê. Em 2 salin di nava tunebûn û perîşan bûn."

Dayika bi navê Azize Tunçadam jî hatina Erdogan rexne kir û got: "Niha ceyrana me tune û em perîşan in. Em di konteyniran de dişewitin û perîşan dibin. Ji bo ku em kurd in van tiştan li me dikin." 

Welatiyê 70 salî Abdurrahman Yılmaz jî bertekên xwe anî ziman û xwest Erdogan neyê Wanê.