Mexmûr bi meşaleyan şahiyên Newrozê berdewam kir

Mexmûr bi meşaleyan şahiyên Newrozê berdewam kir

Ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem bi meşeke meşaleyî beşdarî coşa Kurdistaniyan a li qadan bû.  

Gelê wargehê, beriya pîrozbahiya giştî bi meşeke meşaleyî beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bû ku ev hefteyeke zêdetir e, gele Kurd bi ruhekî berxwedanê pîroz dike.  Beriya pîrozbahiya mezin a îro ku wê li Qada TEV-ÇAND a wargehê saet 12.00’an were pîrozkirin, şevê din saet 19.00’an meşeke bi meşale ji aliye Komalên Ciwan a Wargehê ve hat organîzekirin.

Ciwan, jin, pîr û kal bi hezaran mirov beşdarî meşa ku ji ber Şaredariya Wargehê dest pê kir bûn. Di meşê de girseyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK’ê bilind kirin

Meşvan ku ber bi çiyayê Qereçox ve çûn, li wir li ber agirê mezin ku Newroz hatibû nivîsandin bi dirûşmayan coş tevlî coşê kirin.  Di heman demê de li wir sînevîzyona ku ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd ên der barê Newrozê de hatibû amadekirin, hat temaşekirin.

Girse, paşê ber bi Qada TEV-ÇAND’ê ve meşiya li wir kom bû û bi stran û girtina govendê heta derengiya şeve şahiyê berdewam kir. Bi meşa ku beriya şahiya mezin a lidarxistin re li ber her malê û li giren derdora wargehê agir hat pêxistin, fîşekên hewayî jî asîmanê wargehê rengareng kir.