MEYA-DER'a Amedê îşkenceya li cenazeyên HPG'ê tên kirin şermezar kir
MEYA-DER'a Amedê îşkenceya li cenazeyên HPG'ê tên kirin şermezar kir
MEYA-DER'a Amedê îşkenceya li cenazeyên HPG'ê tên kirin şermezar kir
Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê îşkenceya li cenazeyên gêrîlayên HPG'ê tên kirin bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Endam û rêveberên Komeleya Çand û Piştevanî û Alîkariya Malbatên Windayan ya Mezopotamyayê (MEYA-DER), ji bo îşkenceya li ser cenazeyên gêrîlayên HPG'ê tê meşandin şermezar bike li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de rêveberên ÎHD, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn.
Di daxuyaniyê de Seroka Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê Leyla Ayaz diyar kir ku, ji roja ku ketine sersala nû neha niha şer û pevçûn bi dawî nebûne û wiha got: "Di destpêka sala nû de 10 lehengên Kurd bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan. Li Parîsê 3 jinên siyasetmedar ên Kurd hatin înfazkirin. Li navçeya Çelê 14 ciwanên Kurd hatin qetilkirin. Dewlet bi vê yekê jî nerawestiya piştî ew kuştin bedenên wan perçe perçe kirin. Serê wan perçe kirin. Serê wan, mil û piyê wan ji hev qatandin. Bi vê jî têr nebûn cenazeyên gerîlla avêtin cemê Zapê. Dema parazvanên mafên mirovan li cenaze geriyan jî bi rehetî gotin 'Me cenazeyek avêt cemê Zapê' û hovîtiya xwe anin ziman. Bi nifrîn her roj li ser axa Kurdistanê bombeyan dibarînin û niha jî behsa niyeta baş dikin."
Ayaz da zanîn ku, niha jî cenazeyan bi awayekî keyfî dibin Meletî, Stenbol û Trabzonê û wiha got: "Di bin navê testa DNA'yê de îşkenceyê li cenazeyan dikin bedenawan perçe dikin û organên wan derdixin. Encama polîtîkayên hikûmeta AKP'ê ya li hemberî gelê Kurd e. Em vê pêkanînên li ser cezayên gerîllayên HPG'ê qebûl nakin û hikûmeta AKP'ê hişyar dikin. Em dixwazin dozger li cihê bûyerê otopsî bike û li wir radestî malbatê bike.