MEYA-DER'ê 3'emîn kongreya xwe li dar xist

MEYA-DER'ê 3'emîn kongreya xwe li dar xist

Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê 3'yemîn Kongreya xwe ya asayî li dar xist. Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna got: "Sebra me ya zarokên me jiyana xwe ji dest bidin nemaye. Ji bo çareseriyê serokatiyê nexşeriya xwe pêşkêş kir û daxwaz diyar kir. Divê demildest berî her tiştî Seroka Apo ji Îmraliyê bê derxistin."

Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 3'emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Rêveberên Rêxistina BDP'ê yên Amedê, HDK, Dayîkên Aştiyê, şaredar, delege û gelek kesên din tevlî kongreyê bûn. Di salona kongreyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya nivîsa "PKK partiya şehîda ne" li ser nivisî, wêneyên pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz, Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û wêneyên gelek gêrîlayên HPG'ê yên di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin.

Di salona kongreyê de alên KCK'ê û pankartên "Hûn bi xêr hatin kongreya me ya 3’emîn a asayi ya MEYA-DER'ê", "Pêşengên zimanê me şehîde me ne" û gelek pankratên din hatin daliqandin. Di kongreyê de sloganên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrkirin. Piştî hilbijartina dîwanê Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna axivî û diyar kir ku, di kongreyekî wisa de axivîn gelek zore û wiha axivî: "Ji malbatên li vir gelek şehîd hene. Heke ez neaxivim qusurê mêze nekirin. Ya herî me dide zorê şehîdên me pêşwazîkirine. Hemû kes nikare vê yekê bike lê MEYA-DER'ê ev yek hilgirt ser xwe. Heke çareserî li Kurdistanê pêk bê bi saya wan kesane."

'DIVÊ DEMILDEST SEROK APO JI ÎMRALIYÊ BÊ DERXISTIN'

Ayna da zanîn ku, çareserî bi hêsanî pêk nayê û vê yekê gelê Kurd jî dizane û wiha pê de çû: "Têkoşîna Kurdistanê duh derneket holê 400 sale berdewam dike. Em bi lezgînî tevnagerin. Me gelek sebir kir. Êdî sebra me ya zarokên me jiyana xwe ji dest bidin tuneye. Ji bo çareseriyê serokatiyê nexşeriya xwe pêşkêş kir. Daxwazî diyarin. Yek ev di heman demê de çênabe dê gav bi gav pêş bikeve. Em dixwazin li aliyê dewletê ve bê bê qebûlkirin û baweriya wan bibînin. Heke dewlet çareseriyê bixwaze ya bike diyare. Dibê berî her tîştî demildest Serok Apo ji Îmraliyê bê derxistin."

'DIVÊ DEMILDEST OPERASYON BÊN RAWESTANDIN'

Ayna axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê kesên hatin girtin di çarçoveya efûya giştî de na hincetên ew jê hatin girtin sûç nînin bêne berdan. Divê demildest operasyonên leşkerî bên rawestandin. Heke ev pêk bê wê demê em dê bifikirin ku ev muzakeriyên wekhev in."

Piştî xwendina raporan û axaftinên mêvanan hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Leyla Ayaz çareke din ji Serokê Şaxa MEYA-DER'ê re hate hilbijartin û ji rêveberiyê re jî Îbrahîm Halîl Oruç, Kasim Pervane, Medenî Aktar, Rahîme Tutan, Emîne Ozbek û Mehmet Nur Savaş hatin hilbijartin.

Di kongreyê de "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.