Li gorî rapora ji aliyê Kongreya DYA’yê ve hat amadekirin, ji her çar çekên li cîhanê tê firotin, sê çek ji aliyê DYA’yê ve hatine firotin. DYA bi firotina bihayê 66.3 milyar dolaran çek di rêza yekemîn de ye û Rûsya jî bi bihayê 4,8 milyar dolaran di rêza duwemîn de ye.
Li gorî rapora welatên li ber deryayan a ji aliyê rojnameya New York Times ve hat weşandin, bihayê firotina çekan a DYA’yê gihişt 66.3 milyar dolaran. Bazara firotina çekan a cîhanê di sala 2011 de bi giştî 85.3 milyar dolar e û ji çaran sêyê wê, para DYA’yê ye.
Rojnameyê bi bîr xist ku di sala 2010 de, bihayê firotina çekên DYA’yê tenê 21.4 milyar dolar bû û bal kişand ku zêdebûnek awerte çêbûye. Gava mirov bala xwe dide ser şert û mercên firotina çekan ên DYA’yê, mirov dibîne ku hevsengiyên jeopolotîk ên li Rojhilata Navîn bandorek mezin li vê yekê dikin. Li gelemperiya cîhanê ji ber krîza aborî, firotina çekan kêm dibe, lê ji ber şerek muhtemel ê li hemberî Îranê welatên Kendavê Erebîstana Siûdî, Mîrîtiyên Yekbûyê yên Ereban û Ûman di astek pir zêde de çekan ji DYA’yê dikirin.
Erebîstana Siûdî, 84 lib balefirên F-15 û gelek helîkopterên Apache û Black Hawk ji DYA’yê kirî. Bihayê firotina çekên tenê ji bo vî welatî 33.4 milyar dolar e.
Piştî Qiraliyeta Siûdî, welatên din di warê petrolê de dewlemend Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereban 3.49 milyar dolar ji bo kirîna mertalê fuzeyan û 939 milyon dolar jî ji bo helîkopterên Chinook ên leşkerî veqetand. Ûmanê jî 18 heb balefirên F16, yê bi bihayê 1.4 milar dolaran ji DYA’yê kirî.