Raportorê taybet ê kuştinên bêdaraz ê Neteweyên Yekbûyî Christof Heyns, ragihand ku piştî Şerê Cîhanê yê Duwemîn heta îro, tişta herî zêde hiqûq navneteweyî bin pê dikin, êrîşên balefirên bê mirov ên DYA’yê yê ne.
Heyns di civînek li Cenevreyê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku sûîqestên bi Wesayîtên bê Mirov ên Hewayî (WBH) yên ku rêveberiya Obama li welatên mîna Pakîstanê bi rêya CIA’yê pêk tîne, standartên mafê mirovan ên navneteweyî bin pê dikin. Heys diyar kir ku heta mirov dikare bêje ev êrîş sucê şer in.
Heynsê ku hiqûqnasek ji Efrîkaya Başûr e, ragihand ku ligel tehdîda karanîna çekên nukleerî yên li cîhanê, tehdîdek din jî ya karanîna balefirên bê mirov ên ku mafê mirovan bin pê dikin heye. Heys got ku dibe di van demên dawiyê de gelek welatên din vê rêbaza şerê bi van balefiran biecibînin û bi taybet êrîşên bi van balefiran li hin cihên ku ji cihên pevçûnê dûr in pêk tê, ev yek jî dibe sedema pirsgirêkan.
Heyns bi bîr xist ku, hin caran dema balefirên WBH êrîşn kirine, careke din hatine êrîşê kesên birîndar bûne jî kirine û got “Mirov dikare vê yekê di çarçoveya sucê şer de jî binirxîne.”
Heyns destnîşan kir ku ev hedef ji aliyê servîsên sîxûrî yên ku ne di bin kontrola qanûnan de ne, tên nîşandan û bi bîr xist ku Îngilîstanê agahiyên êrîşên ku DYA’yê têde welatiyên xwe jî kuşt daye.
Di konferansa ji aliyê Navenda Mafên Sivîlan a Amerîkayê (ACLU) raportorê NY’yê Ben Emmerson, jî diyar kir ku ew niha li ser lêpirsînên li hemberî êrîşên van balefirên bê mirov dixebitin. Emmerson ragihand ku ev mijar her ku diçe dibe yek ji pirsgirêkên sereke yên navneteweyî. Emmerson bi bîr xist ku Çîn û Rûsyayê bi daxuyaniyek hevpar piştgirî dan Konseya Mafê Mirovan a NY’yê û êrîşên bi balefirên bê mirov şermezar kirin. Emmerson ragihand ku dibe NY ji bo lêkolînkirina van êrîşan saziyek ava bike.
Balyozê Pakîstan ê Swîsreyê jî di konferansê de axivî û got ku heta niha zêdetirê hezar kes di van êrîşan de hatine kuştin.
Li gorî daneyên ACLU’yê ji sala 2002 ve nêzî 4 hezar kes di van êrîşan de pêk hatine. Ev kuştin herî zêde di dema rêveberiya Serokê DYA Barack Obama yê ku Xelata Aşitiyê ya Nobelê wergirtiye de pêk hat.
4000 KES KUŞTIN
DYA di warê karanîna WBH’yan de, di rêza yekemîn de ye, heta niha piraniya wan li Efxanîstan û Pakîstanê, bi giştî 4000 kes di encama êrîva van balefiran de hatin kuştin.
Welatên mîna DYA, Îsraîl, Siûdî Erebîstan û Tirkiyeyê li şûna balefir, tank û amûrên din ên leşkerî, herî zêde balefirên bê mirov dikirin.
Ji lêkolînerên dîroka şer Steven Zaloga sala par ji kovara Alman Der Spiegelê re axivîbû û dabû diyarkirin ku DYA’yê di sala 2002 de ji bo WBH’yan (wesayîtên bê mirov ên hewayî) 550 milyon dolar xerç kir, di sala par de jî 5 milyar dolar xerc kiriye.
40 WELAT BI KAR TÎNIN
Karanîna WBH’yan her ku diçe li cîhanê belavtir dibe. Di warkê karanîna van wesayîtên hewayî de bazara herî mezin dîsa Rojhilata Navîn e. Welatên di vî warî de li pêş in; DYA, Erebîstana Siûdî, Ûmman, Tirkiye, Îtalya, Malezya, Hindista û Awustralya.
Li gorî raporek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye amadekirin, li 40 welatan ev balefirên bê mirov ên hewayî tên karanîn û di destê artêşan de hene.
HER ÇAR ROJ CAREKÊ ÊRÎŞ DIKIN
Li Efxanîstanê êrîşên ji aliyên operasyonên bi mirovan ve hatine kêmkirin, lê yên balefirên bê mirov hatine zêdekirin. Heta niha ev balefirên bê mirov her çar roj carekê êrîş dikin. Di dema desthilatiya George W. Bush de her 47 rojan carekê ev êrîş pêk dihat.
Niha, di destê DYA’yê de 230 ji van wesayîtan hene. Hat aşkerekirin ku li baregehên DYA yên li Etiyopya, Seyşelan û Cibûtiyê baregehên veşarî yên van balefirane hene.