MGRK bi Barzanî û ENKS re hevdîtin pêkanî
MGRK bi Barzanî û ENKS re hevdîtin pêkanî
MGRK bi Barzanî û ENKS re hevdîtin pêkanî
Endamên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK), bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û ENKS re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtina de ji bo alîkarî dayîna şoreşa Rojava biryar hate girtin û hate zanîn kû ev hevdîtine wê bidomin.
Astengkirina hatina Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim a Herêma Kurdistanê bû sedemê aloziya di navbera rêveberiya Herêma Kurdistanê û PYD’ê. Piştî wê aloziyê şûnve duh cara yekem Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêkanî. Civîna ku li bajarê Selahedînê di demjimêr 14:00’an de destpêkir nêzî saetek û nîvê berdewam kir. Hevserokên MGRK Sînem Mihemed û Ebdulselam Ehmed, endamên koordinasyona TEV-DEM’ê Aldar Xelîl , Îlham Ehmed û Xerîb Hiso û endamê karên derve yê PYD’ê Cehfer Hennan beşdar civînê bûn. Di civînê de şaredarê bajarê mezin yê Amedê Osman Baydemîr û parlementera serbixwe ya Amedê Leyla Zana jî amade bûn.
Piştî civînê endamê karên derve yê PYD’ê Cehfer Henan ji DÎHA’yê re axivî û da zanîn ku civîn erênî derbas bûye. Henan da diyar kirin ku beşdarbûna MGRK’ê ya li vê civînê jibo vê pêvajoyê pêngavek girîng bû, nîşaneya ku MGRK dixwaze gelê Kurd bi îradeyek hevbeş tevlî Cenevre-2 bibe ye. Henan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî demek dirêj, li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ev hevdîtine pêk hat. Di civîna ku bi armanca alîkarî dayîna Rojava hate kirin de nîqaş hatin kirin. Di civînê de mijara alikarî dayîna Rojava hate pejirandin. Di civînê de nakokiyên pir ciddî derneketin pêş. Di civinê de dubare nêrînên pêwîste hevdîtin bidomin, Barzanî jibo yekitî li Rojava pêkwere alikariya xwe bide nîşa kirin û yeketiya Kurdan bê çêkirin anîn ziman.”
Serokê Herêmê Barzanî jî der barê beşdarbûna civîna Cenevre-2 wiha got: “Jibo partiyên Kurd beriya Cenevre-2 di nava xwe de yekitiya xwe çêbikin ez amade me ku bi her awayî piştgiyê bidim.”
Piştî civîna taybet ya di navbera MGRK û Barzanî de bidawî bû bi beşdarbûna nûnerên partiyên di ENKS’ê de cih digrin civînê berdewam kir. Li ser navê El Partî (Ebdulhekîm Beşar), El Wehde (Mustafa Meşika), Partiya Azadî (Mistefa Cumo) û Partiya Pêşverû (Hemîdê Hecî Derwêş) beşdarî civînê bûn. Di civînê de tewanbarkirina aliyan ya ku di çapemeniyê de derdikevin pêş ne hat dubare kirin û hate zanîn ku civîn erênî derbas bûye. Di encama civîna ku nêzî nîv saetê berdewam kirî de, biryar hate dayîn ku hemû partiyên ku di ENKS’ê de cih digrin piştî ku di nava xwe de zelal bûn wê sibê yan jî dusibe civînên di navbera MGRK û ENKS’ê de bên destpêkirin.