MGRK’ê bi Berhem Salih re civiya

MGRK’ê bi Berhem Salih re civiya

Şanda MGRK’ê li bajarê Hewlêrê bi Cîgirê Sekretêrê Giştî ya Partiya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan Berhem Salih re civiya. Salih di hevdîtinê de diyar kir ku ew bi temamî piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistan dike.

Di çarçoveya civînên MGRK’ê li bajarê Hewlêrê de îro bi Cîgirê Sekretêrê Giştî ya Partiya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan Berhem Salih re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de Salih diyar kir ku ew bi temamî piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistan dikin. Her wiha destnîşan kir ku divê Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi yek şandê tevlî civîna Cenevre-2 bibin û dema dosya Sûriyê tê pêşiya wan divê nakokiyên xwe bi aliyekî ve bidin.

Salih di hevdîtinê de gelekî pesna berxwedana hêzên YPG’ê da û wiha anî ziman: “Doza kurdan di qonaxeke hestiyar re derbas dibe. Çareseriya pirsgirêka Kurdan li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kilîta çareseriya her çar parçeyên Kurdistanê ye.