MGRK’ê piştgirî da peyama Ocalan

MGRK’ê piştgirî da peyama Ocalan

Meclîsa Gel a Rojavaayê Kurdistanê (MGRK), pêvajoya çareseriyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpê kirin ku di peyama xwe ya di Newroza Amedê de diyar kir, wek derfeta dîrokî ji bo aşitiya herêmê û çareserkirina pirsgirêka Kurd binavkir û piştgiriya xwe nîşan da.

Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê di derbarê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de hete xwendin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de pêvajoya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan hate pîrozkirin û bang li hikûmeta Tirkiyeyê hate kirin ku vê firsendê ji destê xwe bernede.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, pêvajoya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di peyama  Newroza Amedê de pêşkêşkir, yek ji pêvajoyên aşitiyê ên ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd li bakûrê Kurdistanê hate pêşkêşkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku, di dema herêma Rojhilata Navîn buhara gelan jiyan dike, li ser bingehê azadî û wekheviyê herêm ji nû ve tên amadekirin. Di daxuyaniyê de hate gotin herêmên kurdî piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê di çarçoveya xweseriya demokratîk de tên avakirin û aramiya ku herêm jiyan dike, bi saya fikir û nêrînên Ocalan e.

Meclîsa Gel di daxuyaniya xwe de dazanîn ku, ew pêvajoya Ocalan binirx dibînin,  pîroz û piştgirî dikin. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: '' Em vê pêvajoyê ji bo aşitiya herêmê û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayeke demokratîk dibînin. Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku vê firsendê bernedin, destê Ocalan ê aşitiyê bigrin, çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo berjewendiya gelê kurd, tirk û hemû gelên herêmê ye.''