MGRK û ENKS: Pêwîste rêvebiriya Rojava bê avakirin
MGRK û ENKS: Pêwîste rêvebiriya Rojava bê avakirin
MGRK û ENKS: Pêwîste rêvebiriya Rojava bê avakirin
Nûnerên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena NiştimaniyaKurdên li Sûriyê(ENKS) bi armanca nirxandina rewşa Rojavayê Kurdistanê ya ewlekarî û siyasî, xebatên Desteya Bilind û xebata hevbeş civîn lidarxistin. Di civînê de hate destnîşan kirin ku pêwîstî bi karê hevbeş û piratîkirina Desteya Bilind a Kurd heye.
Civîn duh êvarê li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Qamişloyê hate lidarxistin. Di civînê de mijarên siyasî û ewlekarî yên li Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin. Di civînê de mijara rêveberiya demî ya li Rojava ku pêwîste hemû pêkhateyên Rojava cihê xwe têde bigrin hate nirxandin û herdû aliyan li ser vê mijarê nêrînên xwe yên hevbeş anîn ziman.
Civîn bi beşdariya hevserokên MGRK’ê Ebduselam Ehmed û Sînem Mihemed, Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, Hevseroka PYD’ê Asya Ebdela, Endamê Komîteyên Têkiliyên Dîplomasiya TEV-DEM’ê Hekem Xelo, Serokê ENKS’ê Tahir Sifûk, Serokê Partiya Dîmokrata Kurd li Sûriyê Nesredîn Ibrahîm, Endamên Rêveber ya ENKS’ê Mistefa Meşayîx û Asim û Nimet hate lidarxistin . Civîn bi awayekî ji çapemeniyê re girtî pêk hat.
Piştî civîn bi dawî bû, daxuyaniyek nivskî ya hevbeş hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku MGRK û ENKS’ê bi armanca nirxandina rewşa Rojavayê Kurdistanê ya siyasî û ewlekarî, têkiliya di navber ENKS û MGRK’ê , sedema rawestandina karê Desteya Bilind û komîteyên hevbeş û geşedanên dawî li welêt li hev civiyane. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêwîste hemû alî bi li gorî berpirsyariyên xwe yên dîrokî û niştimanî tevbigerin û hemû pirsgirêkên mîna ne piratîkirina karê Desteya Bilind, peymana Hewlêrê û şirîkatiyeke rastî di nava MGRK’ê û ENKS’ê de çareserbibin.
Têkildarî rêveberiyeke demî ji bo Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyê de hate gotin ku di Rojavayê Kurdistanê de valathiyeke ewlekarî û îdarî heye, li ser vî esasê pêwîstiya herêmê bi avakirina rêveberiyek demî ku nûnertiya hemû beşên civakê bike heye û di zûtirîn dema de komîteyên hevbeş ku hatine avakirin karê xwe yê piratîkî bikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ENKS û MGRK’ê derbarê têkiliya bi hêzên muxalefeta Sûriyê û di serî de Koalîsyona Hêzên Niştimanî ya Sûriyê û îtîfaqa di nava ENKS û Koalîsyonê de nerînên hevbeş diyar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çi peyman û hevdîtinên li ser mafê gelê kurd pêk werin pêwîste di riya Desteya Bilind a Kurd û gorî peymana Hewlêrê pêk were. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku tu peyman bê qebûlkirina mafên gelê kurd bi awayekî destûrî û li ser esasê mafên rewa yê gelê kurd dê pêk neyên.
Di dawiya daxuyaniyê de êrîşên komên çete yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û êrîşa li ser benda kontrolê ya YPG’ê ku li Ser riya Amûdê û Hesekê pêk hat ku di encamê de 6 endamên Meclîsên Gel ên gundên herê û şervanekî YPG’ê jiyana xwe jidest dan hate şermezarkirin.