MGRK û ENKS plansaziya Rêveberiya Demî mor kirin

MGRK û ENKS plansaziya Rêveberiya Demî mor kirin

Rojavayê Kurdistanê, gaveke din nêzî Rêveberiya Demî bû. Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encûmana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) projeya rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê îmze kirin. Ji bo rêvebirina vê projeyê, plansaziyek hat destnîşankirin.

MGRK û ENKS li bajarê Qamişlo bi armanca projeya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya rêveberiya demî nîqaş bikin civînek lidar xistin. Ji aliyê MGRK'ê Sînem Mihemed, Ebdilselam Ehmed, Îlham Ehmed, Hekem Xelo, Ebdilkerîm Umer û Asya Abdela, ji aliyê ENKS'ê jî Fêsel Yûsiv, Mistefa Meşayix, Fûad Elîko û Fûad Brahîm beşdarî civînê bûn. Civînê 4 saetan dewam kir. Hate zanîn di civînê de her du Meclîsan Projeya Rêveberiya Demî ya Rojavayê Kurdistanê û projeyên hevbeş îmze kirin.

Xalên ku her du aliyan li ser li hev kirine û îmze kirine wiha ne: 

  • Bi beşdariya hemû pêkhateyan, her aliyek nûnerên xwe destnîşan bike û desteya rêveberiya demî bê destnîşan kirin. Desteya rêveber dê kar û barên hilbijartinan bi rêve bibe. 
  • Ji bo amadekirina zagona demî komîteyek bê avakirin û di nava 40 rojan de zagona demî bi erêkirina hemû pêkhateyan bê amadekirin. 
  • Piştî amadekirina zagona demî, desteya rêveber dê rêveberiya demî ya hevbeş û demokratîk ava bike.
  • Desteya Rêveberiya demî dê zagona hilbijartinên demokratîk amade bike.
  • Rêveberiya demî dê komîteyên xwe yên rêveberiyê, siyasî, aborî, civakî, çandî, parastin û ewlekariyê ava bike.
  • Hêzên ewlekarî û parastinê li gorî zagonên navneteweyî, di bin siya rêveberiya demî de, berpirsyarên ewlekariya herêmên Kurdî û yên hevbeş in.
  • Piştî avakirina rêveberiya demî, di nava mehekî de, hilbijratinên demokratîk, bi beşdariya rêxistininên herêmî û navneteweyî û saziyên mafên mirovan û civaka sivîl bêne lidar xistin.
  • Meclîsa giştî ku dê bê hilbijartin, dê bibe desteya rêveberiya hemû pêkhateyên herêmên Kurdî û yên hevbeş.
  • Meclîsa giştî dê li gorî zagonên navneteweyî û mafên mirovan, makezagonekê amade bike.