MGRK û ENKS xwedî li projeya PYD'ê derketin

MGRK û ENKS xwedî li projeya PYD'ê derketin

Nûnerên MGRK û ENKS ku li ser projeya rêveberiya demî ya PYD’ê civîn lidar xistin, diyar kirin ku ew xwedî li vê projeyê derdikevin.

Nûnerên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumenî Niştimanî Kurd li Suriyê (ENKS) bi armanca nirxandina projeya rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatiye pêşniyarkirin, civînek lidar xist.

Civîn li Şaxa Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî ku Şêx Alî sekreteriya wê dike) ya Qamişlo hate lidarxistin. Di civînê de li ser navê MGRK’ê Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, Hevserokên MGRK’ê Ebdulselam Ehmed û Sînem Mihemed, Endama Desteya Rêveber a PYD’ê Emîne Osê, Endamê Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM’ê Ebdulkerîm Umer, li ser nave ENKS’ê jî Serokê Tevgera Avasazî û Veguhertinê Feysel Yûsif, Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Mistefa Meşayîx û Endama Buroya Siyasî ya Partiya Yekîtî Fûad Elîko û hin endamên ENKS’ê amade bûn.

Civîna ku saetek û nîvan dom kir, ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin. Piştî civînê Hevserokê MGRK’ê Ebduselam Ehmed ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku xala civîn ya sereke mijara rêveberiya demî ya hevbeş bû. Ehmed diyar kir ku MGRK û ENKS xwedî li projeya rêveberiya demî ya hevbeş a ku PYD’ê pêşkêş kiriye derketine.

Ehmed, da zanîn ku herêm di rewşek hesas de ye, lewre pêwîste mijara rêveberiya demî ya hevbeş di zutirîn demê de pêk were. Ehmed wiha got: “Ez hêvî dikim ku kesên di civînê de amade bûn xwedî biryar bin û nekevin bin bandora pirsgirêkên burokratîk ên di nava ENKS’ê de. Her wiha bi ji bo avakirina rêveberiya demî ya hevbeş bi lez gavan bavêjin.”