Mibarek ne li ser hişê xwe ye

Mibarek ne li ser hişê xwe ye

Hat ragihandin ku Serokdewletê berê yê Misrê Hisnî Mibarek ku cezayê muebetê lê hatibû birîn, ne li ser hişê xwe ye û rewşa wî ber bi xirapbûnê ve diçe.

Li gorî agahiyên ku rayedarekî ewlekariyê ku nexwest navê xwe aşkere bike, dane Mibarek beriya 9 rojan veguhestine girtîgehê û xirapbûna ritma dil û tengasiya bêhndanûstandinê dijî. Heman rayedar got; “Mibarek tenê dikare xwarina rûn û mast bixwe.”

Rojên borî gotinên weke Mibarek miriye hatibûn belavkirin, li ser vê yekê ji bo hevjîna wî Suzan Mibarek û du bûkên wî li girtîgeha Torah ya paytext Qahîreyê destûrek taybet hatibû dayîn.

Mibarek ku bi hinceta berpirsyartiya wî di kuştina xwepêşandêrên muxalîf de heye cezayê muebetê lê hatiye birîn, 2’ê Pûşperê rakiribûn nexweşxaneya girtîgehê. Daxwaza wî û ya malbatê ku di nexweşxaneya leşkerî de bimîne hatibû redkirin.

Piştî biryara dadgehê 2’ê Pûşperê, Mibarek ku bi helîkopterê anîn ber girtîgeha lê cezayê xwe bikişîne, hatibû ragihandin ku, Mibarek nexwestiye ji helîkopterê bê xwar û demekê li hember rayedaran li ber xwe daye.