Yek ji mezintirîn şîrketên hevpişk ên cîhanê Microsoft ragihand ku wana cara yekemîn di dîroka xwe de zerar kir.
Ev şîrketa mezin ku li seranserê cîhanê bi milyonan amûrên elektronîk bi kar tîne, ragihand ku wana di çarêka duwemîn a sala 2012 de 492 milyon dolar zere kiriye.
Vê şîrketê di wê dema sala par de 6 milyar dolar feyde kiribû.
Di daxuyaniya ji aliyê şîrketê ve hat dayîn de hat ragihandin ku sedema vê yekê şîrketa reklama înternetê ya bi navê aQuantive ya di sala 2007 de hatiye kirîn e.