Midûrê polîsên Swîsreyê li Antalyayê hat binçavkirin

Midûrê polîsên Swîsreyê li Antalyayê hat binçavkirin

Midûrê polîsên Wallis a Swîsreyê Christian Varone gava ji bajarê Tirkiye Antalyayê vedigeriya, li balefirgehê hat binçavkirin. Hate zanîn ku Varone ji ber bêhdanê çûye Antalyayê û di çenteyê wî de kevire bi qîmet hatiye dîtin.

Şefê polîsan ê Swîsreyî Christian Varone tevî malbata xwe ji bo bêhdana havînê çûbû Antalyayê, lê kevirek bi qîmet bû belaya sere wî. Varone kevirek biçûk li cihê arkeolojîk dît û dixwest bibe welatê xwe. Hate zanîn ku Varone roja înê li balefirgeha Antalyayê hatiye binçavkirin.