Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Karêr destpê kir
Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Karêr destpê kir
Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Karêr destpê kir
Li Çewlikê Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Karêr li gundê Korkanê destpê kir. Li gundê Şîrnan komek ciwan bi pankartan hatin qada mîhrîcanê. Ciwanan pankartên “Rêhevalên ku şehîd dikevin ronahiya me ne”, “Li ber xwe bide Rojava, em bi te re ne” vekirin û bênavber dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. Ciwanan li qadê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê belav kirin.
Serokwekîlê Koma BDP'ê û parlamenterê BDP'ê yê Çewlikê Îdrîs Baluken axivî û ciwanên ku di têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîr anî û wiha got: "90 sal in li hember gelê me zilmeke mezin tê meşandin. Me li hember vê tofanê serî rakir û ev tofan têk bir. Em gelekî bi rûmet ku çareserî û serketin aniye rojevê ne. 90 sal in ji ber ku em Kurd, Elewî ne û feraseta me û feraseta serdestan yek nîne bi komkujiyan re rû bi rû man. Wek gelê Kurd û Elewî me li hember zext û zordariyan serî netewand. Me di 38'an de ji di pêşengiya Seyît Riza, li Zîndana Amedê di pêşengiya Mazlum Doganan, Kemal Pîran, Mehmet Hayrî Durmuşan, Sakîne Cansizan, Leyla Şaylemezan, Fîdan Doganan li hember zilmê serî netewand."
Baluken da zanîn ku ew naxwazin li Karêrê qereqol bên avakirin û gelek caran ev mijar anîne rojeva meclîsê. Piştî axaftinan mîhrîcan bi konserê berdewam kir. Mîhrîcan dê çalakiyên cihêreng ên îro û sibê berdewam bikin û sibê mîhrîcan bi dawî bibe.