Mihrîcana Mihrîcahê bi coş berdewam dike

Mihrîcana Mihrîcahê bi coş berdewam dike

Mihrîcaan Dans û Mûzîkê ya Mihrîcan a Kurdan a li Bielefeldê bi coşek mezin di roja duwemîn de berdewam dike. Axaftina vekirinê ji aliyê hoza Seyîtxan ve hat kirin û bal kişand ser rengîniya Kurdan a li Ewropayê.

Mihîrcana Dans û Mûzîkê ya Gelê Kurd di roja duwemîn de berdewam dike. Hozan Seyîtxan axaftina vekirinê ya Mihrîcanê kir û bal kişand ser rengînî û çanda jiyana gelê Kurd.

Koma zarokan a bi navê Koma Agirî bi folklora herêma Amedê dest bi mihrîcanê kir. Koma Zarokên Yewnan jî ji dansên Yewnan hin mînak nîşan dan. Ji herêma Serhedê jî Dengbêj Xwedêda û Yusuf stranê herêma Serhedê striyan.

Sûltan Oger jî di mihrîcanê de axivî û bal kişand ser zext û pêkanînên li Tirkiyeyê li hemberî çanda Kurdan û diyar kir ku vî welatî di tevahiya dîroka xwe de xwest Kurdan bi komkujî û qirkirinan tune bike.

Zêdetirê 180 kesên endamên komên folklorê beşdarî pêşbaziyê bûn. Juriya pêşbaziyê ji Şanoger Amale, Karografîst Sultan Dîcle, Mustafa Lala, Weli Boti, Ulaş Sonmez û Yilmaz Beyazgul pêk tê.

Komê beşdarî pêşbaziyê bûne; Koma Ciwanên Rojê (Parîs), Koma Jiyana Nû (Bremen), Koma Ronahî (Parîs) ,Govenda Ar (Wuppertal), Govenda Sarya (Grevenbruisch), Koma Amed (Hannover), Govenda Baran (Köln), Koma Evîna Welat (Basel CH), Agirê Welat(Solthau), Koma Bêrîtan (Offenbach ), Koma Laleş (Cele), Koma Nûdem (Kiele), Koma Şiyar(Salzgiter), Sîpan Amara (Hamburg ),Govenda Aşitî (London)

Mihrîcan berdewam dike.