Mîkrofona parastina kurdî hêjan tê girtin
Mîkrofona parastina kurdî hêjan tê girtin
Mîkrofona parastina kurdî hêjan tê girtin
Di rûniştina xwendekarê Zanîngehê Tekîn Taşkin ya li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê de daxwaz parastina kurdî hate qebulkirin. Lê di rûniştina siyasetmedarên Kurd a li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê de daxwaza parastina kurdî hate redkirin.
Rûniştina xwendekarê zanîngehê Tekîn Taşkin yê ku di 16'ê mijdara 2011'an de hatibû girtin li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê hate dîtin. Di rûniştinê de daxwaz parastina kurdî ya Taşkin li gorî zagona ji meclîs re derbaz bû qebûl kir. Taşkin di parastina bi riya werger kir sûcdarî red kirin. Heyeta dadgehê rûniştina Taşkin taloq kir.
Di heman demjimêran de li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê rûnştina siyasetmedarên Kurd berdewam dikir û daxwaza siyasetmedarên Kurd a parastina kurdî li vir hate redkirin. Mîkrofona Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê yê berê Firat Anli piştî 20 saniyeyan şûnde ji ber bi kurdî îfade didan hatibû girtin.