Milkê xwe kir diyarî û bi hevsera xwe re tevlî YPG’ê bû

Milkê xwe kir diyarî û bi hevsera xwe re tevlî YPG’ê bû

Li bajarê Efrînê welatiyê bi navê Yehya Îsmaîl ê 53 salî hemû milkên xwe ji bo alîkariya YPG/YPGJ’ê diyarî kirin û tevlî YPG’ê bû. Hevser û keça wî jî tevlî YPJ’ê bûn. 

Welatiyê bi navê Yehya Îsmaîl ê 53 salî diyar kir ku hemû milkên xwe ji bo alîkariya YPG’ê û YPJ’ê pêşkêş kiriye. Hevser û keça Îsmaîl jî tevlî YPJ’ê bûn.

Yehya Îsmaîl li bajarê Dirbêsiyê yê herêma Cizîrê ji dayîk bûye û li gundê Husê yê navçeya Mabata ya herêma Efrînê rûdine.

Îsmaîl derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Piştî ku Rojavayê Kurdistanê ji aliyê çeteyan ve rastî êrîşên hovane hat û li gel berxwedana bê hempa ya YPG’ê û YPJ’ê li hemberî komên çete, min biryar da ku ez hemû baxçeyên xwe yên zeytûnan û mala xwe wekî alîkarî pêşkêşî YPG’ê û YPJ’ê bikim. Her wiha me biryar da ku  ez û hevjîna xwe tevlî nava refên wan bibin. Ev jî ji bo min rûmeteke mezin e.”

Li aliyê din Yehya Îsmaîl tenê keçeke heye û ew jî cihê xwe di nava refên YPJ’ê de digire.