Min dixwest ez ji nêz ve wê jina bi heybet binasim
Min dixwest ez ji nêz ve wê jina bi heybet binasim
Min dixwest ez ji nêz ve wê jina bi heybet binasim
"Ez niha bi nasnameya gerîla li daholê dixînim û mîna hemû keç û xortên Kurd li çiyan gerilayetî dikim. Li pêşberî gerîla li daholê xistin ji bo min şadî û kêfekî mezin e. Êdî ezê mîna şehîd Delîla bi çek û dahola xwe li çiyan bigerim.”
Gerîlaya Kurd Sara Masîro ya bi navê Evîn Adlig di sala 1995 an li Êlihê tê dinê. Malbata wê welatparêz e. Heyanî zanîngehê bi dawî dike, dixwîne. Di heman demê de, di neh saliya xwe de diçe navenda çand û hunerê. Armancê wê ewe ku bibe bijîjka diranan, di dibistanê de gelekî zîrek e. Ne pergal ne jî dibistan ji lêgerînên wê re dibin bersiv. Bi wate nêzî jiyana çand û hunerê dibe. Masîro di nava gotinên xwe de anî ziman ku wê nakokiyeke mezin di navbera jiyana dibistanê û jiyana navenda çand û hunerê de didît. Masîro bi vê mijarê ve girêdayî wiha diaxivê; “Nakokiyên min li dijberî dibistanê di mijara hevaltî û exlaq de destpêkir. Di navenda çand û hunerê de hevaltî, hurmet dayîn û ji hev re bûyîna alîkar serek e bû û gelekî girîng bû. Di milê manewî de min hêz ji wê jiyanê digirt. Lê belê di dibistanê de nikarîbûm azad bifikirim, ew giyanê takakesî, pêşbazî û jiyana bê îrade, ez difetisandim. Ji vê yekê min her dixwest ez li navenda çand û huner bi hevalên xwe re bijîm.”
Li navenda çand û hunerê ya biharê fêrî dîroka xwe dibe
Masîro li navenda çand û hunerê ne tenê fêrî lêxistina amûrêê mûzîkê dibe, di heman demê de fêrî dîroka gelê Kurd û çanda xwe dibe. Masîro hestê girêdana xwe bi çanda Kurdîniyê ve wiha tîne ziman “Ji xwe ev bi sala ye zimanê me qedexe ye û şûna em fêrî çanda xwe bibin em fêrî çanda tirkîtiyê dibûn û wiha nasname xwe wenda dikin. Lê piştî ez çûm navenda çand û hunerê, bi naskirina dîroka amûrên mûzîkê em fêrî çanda kurdîniyê dibûn. Vê yekê bandor li jiyan û têkiliyê me jî dikir. Ji ferdiyet û pêşbaziya ku dibistanê û pergalê em fêrdikirin dibû asteng. Min dahol, erbana û amûrên mûzîkê mîna amûrên mûzîkê nedigirte dest, ji min û hevalên min re mîna çandekê bûn û bi wî giyanî me digirte destê xwe û lêdixist.”
‘Çepiklêdana dayikan û tililiyên wan moraleke mezin dida me’
Masîro û pênc hevalên wê piştî çend salan dibin kom. Tevlî pîrozbahî û mitîngan dibin. Masîro li ser dikê û derketina pêşiya gel ji bo xwe serkeftinekî mezin bi nav dike û hestê xwe yê wan kêliyan wiha bilêv kir “her ez bi komê re diçûm ser dikê, heyecan û kelecaneke ku hertim bi destê mirov nakeve dilê min dorpêç dikir. Bi çepiklêdana dayîk, ciwan, zarok, jin û mêrên kurdan re, her car mîna ku ez ji nûve ji dayîkbûme, giyanê min zîndî dibû. Hêzekî mezin didan min û min hîs dikir ez xizmeta gelê xwe dikim. Ew moralê ku me ji gel digirt destûr nedida ku rojekê jiyan li ber çavê min reş bibe. Min xwe bextvekirî didît ku şensekî wiha ketiye destê min de.”
‘Piştî şehadeta hevala Sara min bi tenê rêya çiya ji xwe re vekirî dît’
Masîro zanîngehê bi dawî dike, lê piştî ku keç û xortên Kurd bi fedakarî têkoşîn dikin û jiyana xwe ji dest didin, gelekî bandor dibe û xwe li beramberî têkoşîna wan deyndar dibîne. Bi taybet bandora xwe ya bi kesayeta milîtana PKK’ê Sakîne CANSİZ bi navê kud “Sara” wiha tîne ziman “berî ku hevala Sara şehîd bikeve, tenê carekê min wê di televizyonê de dîtibû. Min gotinên wê nebihîstin, lê tişta di kesayeta wê de bala min kişand tevger û sîmeyên wê bûn. Heybeta wê di bîra min de bû. Min dixwest ez ji nêz ve wê jina bi heybet bibînim û nas bikim. Piştî ku hevala Sara şehîd ket, mayîna di nava wê pergalê de min ji bo hevalên şehîd heqaret dît. Ji ber vê yekê ez tevlî nava refên gerîla bûm.”
Masîro li çiyê dest ji hunermendiya xwe bernedaye
Masîro sala 2013 an tevlî nava refên gerîla dibe, piştî ku perwerdeya xwe ya şervanê nû dibîne, derbasî yekîneya leşkerî dibe. Li civakê ji gel re li dahol û erbanê dixist, niha jî ji gerîla re lêdixîn e. Masîro texmîn ne dikir ku derfet hebin hem gerîlayetî bike, hem jî hunermendiya xwe bidomîne û heyecana di nava gerîla de hunertiya xwe domandin wiha anî ziman “piştî ku ez hatim yekîneya leşkerî ya xweser, min rojekê di nava suhbetê de ji hevalan re got: ez dizanim li daholê bixînim û min perwerdeya wê dîtiye. Piştî wê bi demekî ne dirêj min dît hevalan gazî min kirin û gotin were dahola xwe bigire. Min bawer nekir û ez gelekî matmayî mam, ji ber min texmîn nedikir ku ez rojekê mîna şehîd Delîla bijîm. Hem çeka min li milê min be, hem jî ez dahola xwe bi xwe re bigerînim. Ez niha bi nasnameya gerîla li daholê dixînim û mîna hemû keç û xortên Kurd li çiyan gerilayetî dikim. Li pêşberî gerîla li daholê xistin ji bo min şadî û kêfekî mezin e. Êdî ezê mîna şehîd Delîla bi çek û dahola xwe li çiyan bigerim.”