Pasevanek ji yên Alîkarê Serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî, di çavçoveya doza li Haşimî hatiye vekirin de îfade da û diyar kir ku wî di bombekirina mizgefta Burasayê de ferman ji Haşimî wergirtiye.
Li gorî nûçeya AFP’ê, doza Alîkarê Serokkomar Iraqê Tariq Haşimî yê ku li Tirkiyeyê piştî du hefteyan hat taloqkirin, duh dest pê kir.
Di rûniştina dozê de kesên ku tên îdîakirin xizmên wan ji aliyê Haşimî ve hatine kuşti, şahid û pasevanên Haşimî îfade dan.
Şahida/ê bûyerê diyar kir ku du peywirdarên ewlekariyê û parêzerek kuştine û destnîşan kir ku ev kuştin ji aliyê Haşimî ve hatine kirin.
Dadgehê serî li îfadeyên parêzvanê taybet ê Haşimî yê bi navê Ehmed Şewkî da. Şewkî got; “Wî ji min xwest ku ez bombe li wesayîtê bar bikim û bibin nêzîkê mizgefta Burasayê, min çalakiyê pêk anî. Di bûyerên wiha de wî bi xwe an jî zavayê wî Ehmed Kahtanî didan.”
Ehmed Şewkî der barê kuştina peywirdarê ewlekariyê yê bi navê Xalib el Esedî de jî îfade da û got; “Ez fermandarê operasyona kuştina Xalib el Esedî bûm. Esedî ji bo Haşimî asteng bû. Haşimî xwest ku em wî tune bikin.”