Min navê wê danî Denîz...

Min navê wê danî Denîz...

Yek ji şêniya kampa penaberan a Mexmûrê Xezal Rojhilat, navê neviya xwe ya ku nû hatiye dinê, navê rojnamevan Denîz Firat ya di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, danî. Dayika Xezal ku Firat ji nêz ve nas dikir, hêvî dike ku neviya wê jî têkoşîna Denîzê bidomîne.

Xebatkara çapemeniya Kurd Denîz Firat di 6’ê Tebaxê de li Mexmûrê di dema êrîşa ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat de nûçe dişopand.  Ji roja yekem a pevçûnan bûyerên pêk dihat, raya giştî ji wê hîn kir. Firat di êrîşa çeteyên dijminê mirovahiyê de ye di 8’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da.

Denîz a ku ji aliyê gelê Mexmûrê ve ji nêz ve dihat nasîn, piştî jiyana xwe ji dest da, hezkirina li dijî wê bi danîna navê wê ya li zarokên nû tê dinê, tê vegotin. Yek ji van bebekan jî neviya dayika Xezal, Denîz e...

Dayika Xezal dema rojnamevan Denîz ve dibêje,hesretan dikişîne û dibêje; “Ew hevalek bi nirx bû. Em ji ber şehadeta wê gelek xemgîn bûn. Dijminan wê şevê êrîşê kampa me kir. Em neçar man vekişin. Denîz ji bo parastina kampa Mexmûrê ji bo parastina me ma.Denîz bi salan bû di têkoşîn azadiyê de cih digirt.  kedkara çapemeniya azad bû. Hevaleke girêdayê nirxê xwe bû. Hevala me ya ku her tim em ronî dikir bû. Em gelek xemgîn bûn. Bi saya şehîdên xwe em serbilind digerin.”

Dayika Xezal da zanîn ku ev 25 sal e penaber e û got dema nû hatine kampê di bin konên naylon de jiyane û bedelên mezin dane.

Dayika Xezal wiha berdewam kir: “Li vir her malbatek ji yekê zêdetir şehîdê wan heye. Em ê her  tim girêdayê şehîdên xwe bin. Du kurê min şehîdin.Doza wan doza meye, riya wan riya me ye. Denîz cafedaya Mexmûrê bû.  Xwîna wê dê li erdê nemîne.  

Me di 6’ê Tebaxê de koçî Ranyayê kir. 4 roj beriya şehadeta Denîzê neviya min hat dinê. Min navê wê danî Denîz. Denîza biçûk dê pênûsa Denîzê rabike. Dijminên me pirin. Bila dijmin bizane ku em bi hezaran şehîdan bidin jî emê teslîm nebin.”