Mîna teşhîsê, edaletê jî xwe şaş kir!
Mîna teşhîsê, edaletê jî xwe şaş kir!
Mîna teşhîsê, edaletê jî xwe şaş kir!
Jiyan Çakan a 7 salî, ku di sala 2010'an de ji ber teşhîsa şaş li 5 nexweşxaneyan hat gerandin û dûre jiyana xwe ji dest da, dozgeriyê pêwistî bi şopandina doza wê nedît. Doza tazmînatê ya malbatê li dijî 4 doktoran vekir jî, hat redkirin.
Di Tîrmeha sala 2010'an de, ji ber êşa dijwar a zik Jiyan Çakan rakirin nexweşxaneyeke taybet û teşhîsa "Faranjît" lê hat danîn. Li vê derê derzî lê dan û ew şandin malê. Lê piştî ku rewşa wê xerab bû ew rakirin nexweşxaneyeke din a taybet. Li vê derê dilê Jiyana bi çûk sekinî û bi destwerdanê ji Jiyan ji jiyanê vegeriya. Jiyan ji Nexweşxaneya dewletê veguhestin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcle û tevî hewldana doktoran jiyana xwe ji dest da.
Piştî mirina Jiyan Çakan a teşhîsa "Faranjît" lê hatibû danîn, otopsî hat kirin û derket holê ku di rêvîkê wê de qulek 2 santîmmetreyî heye û mirina wê jî ji ber vê ye. Bavê Jiyan Zekî Çakan ê li Muduriyeta Daristanan dixebite, li ser vê yekê giliyê rayedaran kir.
Wezareta Tenduristiyê û dozgeriyê der heqê mirina Jiyan Çakan de, der heqê 2 doktorên nexweşxaneya dewletê, du doktorên nexweşxaneya taybet bi giştî 4 doktoran de lepirsîn da destpêkirin. Doktorên bersûc îfadeyên, "Canê wê sincirîbû min derzî lê da, dermanname nivîsand û ew şand", "Bi awayekî hişgirtî hat, min xebateke nîv saetê ji nû ve dilê wê lê da", "Dema hat dilê wê lê dida, ji ber ku li nexweşxaneyê beşa zarokan tineye, min ew sewk kir" û "Dema hat cem me masûlkeyên wê ne dixebitî. Me ew rakirin odeya zindîkirinê û ji nû ve dilê wê lê da" dan. Piştî 3 salan dozgeriyê bi îdîaya "Ji ber ku bi rapora Desteya Teftîşê ya Wezareta Tenduristiyê û Tipa Edlî derketiye holê ku gunehekî were şopandin tineye, sûcdar nehatiye dîtin, pêwistî bi şopandin û lêpirsîna gumanbaran nîne" biryara neşopandinê da. Malbata Çakan, li Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê li dijî vê biryarê îtiraz kir, lê ev dijderketina malbatê jî hat redkirin.
Wezareta Tenduristiyê jî di lêpirsîna xwe de diyar kir ku ji doktorên mijara gotinê bi tenê yek yê wan e û ji ber ku vî doktorî nexweş veguhestiye nexweşxaneyeke dûr, cezayê hişyariyê jê re hatiye dayîn.
DOZA TAZMÎNATÊ HAT REDKIRIN
Parêzerê malbata Çakan Mehmet Raûf Çîçek, ji her yek ji nexweşxaneyên berpirsyar ên Zanîngeha Dîcle û Wezareta Tenduristiyê, daxwaza 51 hezar lîre tazmînatê kir. Ji ber ev yek nehat qebûlkirin, li 3. Dadgeha Îdarî ya Amedê doz hat vekirin. Dadgehê biryar da ku ji mirina Jiyan Çakan rêveberî û personelên nexweşxaneyan ne berpirsyar in û biryar da, doz were redkirin.
Parêzer Mehmet Raûf Çîçek, li ser redkirina doza tazmînatê serî li Dadgeha Şêwirmendiyê da. Parêzer Çîçek ragihand ku eger Dadgeha Şêwirmendiyê jî red bike ewê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin û eger li vê derê jî rêyên huqûqî yên navxweyî biqede, ewê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.