Mîrasê Rojava ê Nûrî Dêrsimê
Mîrasê Rojava ê Nûrî Dêrsimê
Mîrasê Rojava ê Nûrî Dêrsimê
Neviyên ku navê yek ji rêberên Berxwedana Dêrsimê Nûrî Dêrsimî li xwe kiriye, li Rojava di nava refên YPG’ê de şer dike. Di nava YPG’ê de binavê Baran Mûnzûr cih digire, bapîrê xwe qet nedîtiye lê bi ruhê bapîrê xwe biserbilindiyek mezin di nava Şoreşa Rojava de cih digire.
Bîra dîrokî ya gelên ku di bin zext, dagirkerî û zilmê de jiyankirine bihêze. Vêca eger ew zarokê gelekî ku dîroka wî bi berxwedan û serhildanan dagirtî be, bîra berxwedanê ya wan hîn bihêztire. Ji ber ku bi çîrokên berxwedanê ku mîrasê dîrokê ya bapîr ‘pêşiyên’ wane pê mezin dibin.
Zarokên Kurdan ku yek ji wan gelên ku herî zêde di dîroka mirovahiyê de di bin dagirkerî, zilm û zextê de mezinbûne, aha bi vê bîra berxwedan û dîroka berxwedanê mezin bûne. Û hêjan bi vê bîrê dimeşin. Rêya wan qasî temenê wane. Temenê wan jî qasî rêya wan. Ji ber ku rêya wan bi kevirên berxwedanê hatiye rayêxistin. Ji ber wê çendê jî ji wan berxwedanvan zêdetir tiştek din dernakeve. Ji ber ku ew jî dê rojekê weke ‘pêşiyên’ xwe dê li berxwedanê rabin.
BERXWEDANVANÊ LI SER RÊYA HELEBÊ
Berxwedana ku beriya sedsalekê li Koçgiriyê destpêkir, Elîşêr pêşengtiya wê kir. Dema ku ew berxwedan hate tepisandin, vêcarê piştî 17 salan xwe di nava Berxwedana Dêrsimê de dît. Û di vê berxwedanê de jî heya dawiyê têkoşiya. Dema ku li Dêrsimê jî berxwedan bixwîn hate tepisandin, berê xwe da Rojava. Di demên ku li Rojava li çolên Sûriyeyê jiyan dikir, birayê wî Mustefa jî hate gel wî û li wir jiyan kir. piştî demekê li Rojava jiyankirin, ber bi nava çolên Sûriyeyê meşiya. Di nava çolan de jî weke ku li çiyabû jiyan dikir. Navên cûda li kur û keçên xwe kir. kesên di nava feqiriyê de jiyan kir, weke ewlad qebûl kir. Yek ji ewladên xwe navê hevalê xwe ê têkoşîn û berxwedanê Seyîd Riza lê kir. Di sala 1973’an de jiyana xwe ji dest da. Piştî jiyana xwe ji dest da 18 salan yê ku weke ewlad girtibû û navê hevalê xwe ê têkoşîn û berxwedanê Seyîd Riza lêkiribû di sala 1991’an de zarokek wî çêbû. Riza navê kurê xwe ê jidayîkbûyî navê bavê xwe yê berxwedanvan Nûrî Dêrsimî lê kir.
NÛRÎ DÊRSIMÎ DI RÊYA YEMENÊ DE YE
Nûrî Dêrsimiyê biçûk ku navê bapîrê wî lêkirine, hêjan di temenê yek salî de, ket rêya Yemenê. Ji ber sedema tengasiyên bavê wî jiyankirine, malbata xwe digire diçe Yemenê û 12 salan li vir terzîtiyê dike û debara xwe dike. Nûrî Dêrsimiyê biçûk li Yemenê piştî 9 salan dibistan xwend, dibistan berdan û li gel bavê xwe dest bi terzîtiyê kir.
Piştî wê dema malbat vegerî Helebê, Nûrî Dêrsimiyê Biçûk li taxa Eşrefiye li gel bavê xwe terzîtî kir û alîkarî da dahata malbatê. Ji ber ku li Yemenê di nava Ereban de jiyan dikir, Nûrî Dêrsimiyê Biçûk bêy ku zimanê dayîka xwe Kurdî zaravayên wê Kurmancî û Kirmanckî fêrnebû û wisan mezinbû.
LI ROJHILATA NAVÎN DEMÊ KURDAN
Dewran zivirî û dewir hate guhertin. Li Rojhilata Navîn demê gel û Kurdan destpê kir. Ev rewşa ku li Tinûsê destpêkir û bandora xwe li Sûriyeyê jî kir, gelê Rojava ku bi têkoşîna sedsalan bitaybet ya 40 salên dawî di bin pêşengitya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd de bigihan hev, ji vê rewşê firsend dîtin û şoreş pêkanîn. Vê şoreşê bîra berxwedanê ya zarokên Kurd zindî kir. Yek ji van zarokan di nava hêza parastinê YPG’ê de cihê xwe digire Nûrî Dêrsimiyê Biçûke. Li rexmî ku 23’ê Nîsana 2013’an beşdarî nava YPG’ê bûye jî, li ser gora bapîrê xwe Nûrî Dêrsimî bidayîka xwe, xwişka xwe ya nîv felc û bavê xwe beşdarî merasima bîranînê bû. Nûrî Dêrsimiyê biçûk li ser gora bapîrê xwe Nûrî Dêrsimî soz da û navê Baran Mûnzûr li xwe kir. Nûrî Dêrsimiyê ciwan dibêje, “Min navê xwe ji hevalê Dr. Baran ku ez piştre fêrbûm û Mûnzûr jî ava bi esil, gur û xweşik ya axa bapîrê xwe Mûnzûrê girtiye.”
LI CEWHERA XWE VEGER
Nûrî Dêrsimiyê Biçûk ji ber li ser rêya Yemenê û di nava civaka Ereb ya Helebê de mezinbûye, zimanê dayîka xwe nizane, piştî tevlî nava YPG’ê bû fêrbûye û niha bi zimanê dayîka xwe di axive. Dema ku diçe ser gora bapîrê xwe ê ku mirina wî qet qebûl nake, bi bapîrê xwe re Kurdî di axive: “Bapîr min tu nedîtî. Zêde agahiya min ji mîrasê te tunebû. Lê belê bîra berxwedana ya te ji min re hiştî, ez careke din vegerandim cewhera min. ez vegerandim zimanê dayîkê. Li ser wî esasî ji bo ez fêrbûna zimanê xwe nîşanbidim, ez bi te re Kurdî di axivim. Qasî bi Kurmancî ez dixwazim bi Kirmanckî jî bi te re bi axivim. Lê belê li derdorê kesekê fêrî min bike tuneye. Ji bo fêrbûna wê jî ger çêbû rojekê ez çûm Dêrsimê dê fêr bibim.”
NÛRÎ DÊRSIMÎ DI ŞOREŞÊ DE JIYAN DIKE
Piştî ku Nûrî Dêrsimiyê Biçûk li ser gora bapîrê xwe Nûrî Dêrsimî soza bi YPG’ê re meşin da, di heman demê de biryara bapîrê xwe di nava Şoreşa Rojava de dana jiyankirine. Ji ber vê çendê ye ku; Nûrî Dêrsimî di nava Şoreşa Rojava de jiyan dike. Nûrî Dêrsimiyê Biçûk ku di nava YPG’ê de navê wî Baran Mûnzûre qet bapîrê xwe nedîtiye. Lê belê binavê bapîrê xwe niha di nava Şoreşa Rojava de ye. Mehê carekê serdana gora bapîrê xwe ê qet nedîtî dike. Bîra berxwedanê ya zindîbûyî, careke din neviyekî berxwedanvan dixe nava berxwedanê de. Wî bi nasname û cewhera wî re dike yek. Nûrî Dêrsimiyê Biçûk piştî nava refên YPG’ê de cih girt, bîra berxwedanê, ya rabûn û zindîbûnê, her wiha bi çîrokên berxwedanê ku pê mezinbûye ji nû ve zindî dibe.