Mîrasên tirsnak ên şer

Mîrasên tirsnak ên şer

Mîrasên herî tirsnak a ku ên piştî dagirkirina Iraqê ku di sala 2003 de ji aliyê DYA û Îngilîstanê ve pêk hat, aşkere dibin. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber risas, cîwa û ûranyûma hatiye îcrakirin, îro hejmara zarokên mirî an jî seqet dên dinê zêde bûye.

Yek ji bajarên ku şerê di navber DYA û hêzên Seddam de lê qewimîbûn, bajarê Fellûce bû. Pisporên WHO’yê li Fellûceyê li ser zarokên nû hatine dinê lêkolîn kirin û piştrast kirin ku ji ber risas û jehra cîwayê, sîstema herikîna xwînê û dil a zarokan xira bûye, zekaya wan paş ketiye, û di ling û destê wan de malformasyon çêbûne.

Ji zanîngeha Michingan a DYA’yê toksîkolog Mozghan Savabieasfahani ku beşdarî lêkolînê bûye, diyar kir ku sedema van hemû seqetiyê ji ber cebilxaneyên hêzên DYA û hêzên koalîsyonê yên beşdarî şer bûne ve hatine karanîn pêk hatiye. Rêjeya zayinên seqet li Felluceyê gihişt astek bilind, di vî warî de piştî Fellûceyê Basraya ku ji aliyê Îngilîstanê ve hatiye bombebarankirin tê.

Hêzên DYA’yê cara yekemîn di nîsana 2004 de, piştî ku 4 peywirdarên şîrketa Blackwaterê hatin kuştin bajarê Fellûceyê bombebaran kiribûn. 7 piştî vê bûyerê, Fellûce bû yek ji cihên ku herî zêde di şerê Iraqê de hate bombebarkirin. Piştre artêşa DYA’yê qebûl kir ku berikên topan ên ku fosfora spî têde ye bi kar aniye. Lê aşkere nekir ka cebilxaneyên ku ûranyûma ku hatiye îcrakirin hatiye karanîn an na.

Ûranyuma hatiye îcrakirin, beriya niha, di şerê Bosna-Hersekêd e jî hatibû bikaranîn û bandora wê piştî çend salan derke holê. Piştî karanînê, rîska nexweşiya penceşêrê li herêmên şer lê çêbûn zêde bibû.

Çevresel Etki ve Toksioloji Bülteni’nde yayınlanan yeni bulgular ABD ve NATO’nun kullandıðı mühimmatların Irak’ta yaşanan geniş çaplı saðlık krizin sorumlusu olduðu yönündeki iddiaları oldukça güçlendiriyor. 2010 yılında WHO da sakat doðumlar konusunda bir önçalışma yapmış ve nedenlerini araştırmak için bölgeye uzmanlar göndermişti.

Tê payin ku WHO di meha pêş de rapora xwe ya der barê mijarê de aşkere bike. Li gorî agahiyên destpêkê, piştî ku Iraq di sala 2003 de hate dagirkirin û vir ve, rêjeya zayinên seqet bi rêjeyek bilind zêde bûye. Tevî Feluce û Basrayê 9 herêm weke herêmên bi rîsk hatin binavkirin.

Li gorî encamên di bultenê de hatin weşandin, li Fellûceyê piştî sala 2003’yê ji her 10 zayinan yek seqet çêdibe. Di sala 2004 de, piştî dorpêçkirina Iraqê ev rêje her ku çû zêdetir bû. Di navbera salên 2007-10 de ji sedî 50’yê hemû zindiyan zayinên seqet pêk hatin. Beriya sala 2000 rêjeya zayinên seqet li jêrê ji sedî 2 bû.

Piştî du salên piştî bombebaranên sala 2004, rêjeya biencambûna ducaniyê bi rêjeya ji sedî 45 daket. Beriya bombebaranê ev rêje ji sedî 10 bû. Di raporê de tê diyarkirin ku sedema zêdebûna zarokên mirî û seqet ên ku li bajarê Fellûce û bajarên din ên Iraqê tên dinê, ji ber karanîna cebilxaneyên ku risas û cîwat têde tên bikaranîn pêk tê. Zanyaran mînakên mûyê porê zarokên li Felûceyê lêkolîn kirin û piştrast kirin ku rêjeya cîwayê 6 qat ji rêjeya asayî zêdetir e. Ev rêje li Basrayê jî sê qat e.

Risas

Risasa ku di dema ducaniyê de li jinekê dikeve, dikare hestî derbaz bike û xwe bigihîne şîrmijê (pêçek, pitik) jî. Zarokên ku nehatine dinê li hemberî risasê pir nazik in. Şîrmijên ku bi doza (mêjera dermanekî ya di carekê de an jî di rojekê de) de, bandorê li mejî an jî sîstema sînir dike.

Cîwa

Cîwa ku yek ji elementên herî zêde jehr têde ye, ziyanê dide şîrmijên di zikê dayiya xwe de û dibe sedema korbûnê.

Ûranyûma hatiye îcrakirin

Ev metala ji ûranmûyûma ku hatiye îcrakirin, ji bo kûnkirin, di çekên ku zixan kûn dikin de tên bikaranîn. Li gorî zanyaran, ev made bandorê li sperm û hêkan dike, bi vî awayî rîska penceşêrê bi xwe re tîne.