Mirina ciwanên Kurd yên di nava artêşa Sûrî de didome
Mirina ciwanên Kurd yên di nava artêşa Sûrî de didome
Mirina ciwanên Kurd yên di nava artêşa Sûrî de didome
Ciwanê Kurd Mihemed Xelef yê ji Qamişlo dema leşkeriya Sûriyeyê dikir, bi awayek bigûman jiyana xwe ji dest da.
Malbata Ciwanê Kurd Mihemed Xelef diyar kirin ku, hevalekî Mihemed Xelef bi riya telefonê bi wan re axiviye û diyar kir ku, cenazeyê kurê wan di nexweşxaneya Tişrîn ya leşkerî ya li Paytexta Sûriyeyê Şamê de ye. Malbatê cenazeyê Mihemed Xelef wergirtin û bi balefirê anîn Qamişloyê.
Mihemed Ehmed Xelef li Qamişlo di sala 1991’an de ji dayîk bûye, li herêma Besra ya Dera ev salek û nîv bû leşkerî dikir.