Mirina zarokan kêm dibe

Mirina zarokan kêm dibe

Li gorî rapora dawî ya ji aliyê UNICEF’ê ve hate weşandin, di mirinên zarokan de kêmbûnek mezin heye. Li gorî daneyan di nava 20 salan de mirina zarokan bû nîve nîv. UNICEF’ê mirinên zarokan bi pirsgirêka avê ve girêda.

Di du salên dawiyê de, her çendî di mirinên zarokan de kêmbûnek hebe, lê her roj li seranserê cîhanê 19 hezar zarok hîna negihiştine temenê xwe yê 5 salî ji ber xwarina kêm û nexweşiyên ku tedawiyên wan hene jiyana xwe ji dest didin.

Saziya zarokan a NY’yê UNICEF tevî hin rêxistinên ên girêdayî NY’yê raporek made kir û diyar kir ku di sala 1990’ê de 12 milyon zarên temenê wan ji 5 salî kêmtir jiyana xwe ji dest dan, ev hejmar di sala 2011 de daket 6 milyonê.

Di raporê de hat diyarkirin kampanyayên derziyan, paqijî û ava paqij a vexwarinê, her wiha zêdebûna xizmetên tenduristiyê yên ji bo zarok û dayîkan, rê li ber mirinên zarokan digirin.

Rêxistinên NY’yê bang li welatan kir ku ji bo xizmeta tenduristiyê û ji bo pêşîlêgirtinên mirinên zarokan zêdetir girîngiyê bidin ser tedbîrên pêşîlêgir û ewlehiya xûrekan.